Li Wanê hewl dan êrîşî dibistanê bikin 2026-09-28 12:32:47   WAN - Li Wanê ji aliyê xwendekarekê ve li dijî Dibistana Seretayî û Navîn a Polatoglu hewldana êrişa çekdarî pêk hat.   Li Wanê hewl hat dayîn ku li dijî Dibistana Seretayî û Navîn a Polatoglu ya li taxa Îstasyonê ya navçeya Tuşbayê êrişek çekdarî pêk were. Hat angaştkirin ku xwendekarekê bi çeka çifteya otomatîk hewl daye êrişî dibistanê bike.   Piştî gilîkirinê gelek polîs hatin ber dibistanê û li derdora dibistanê ewlehî hate girtin. Malbatên xwendekaran piştî bûyerê bihîstin, hatin dibistanê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.