Hevşaredaran berteknîşanî polîtîkayên qeyiman dan 2026-09-30 15:48:19   MÊRDÎN - 10 hevşaredarên DEM Partiyê yên wezîfeyên wan hatine xespkirin û li şûna wan qeyim hatine tayînkirin li Mêrdînê hatin ba hev. Ahmet Turk diyar kir ku ji bo pêvajo veguhere aşitiya mayînde divê sererastkirinên hiqûqî werin kirin.   10 hevşaredarên ku di dîrokên cuda de wezîfeyên wan bi rêya tayînkirina qeyiman hatine desteserkirin li Mêrdînê hatin ba hev û encamên polîtîkayên qeyiman û Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk nirxandin. Piştî civînê li pêşiya bînaya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.   Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr di daxuyaniyê de axivî û got ku ew di civînê de li ser pirsgirêkên ku di dema rêveberiya qeyiman de çêbûne, axivîne.   Devrîm Demîr diyar kir ku sepana qeyiman ‘’xespkirina îradeyê’’ ye banga bidawîbûna wan kir.   Her wiha Devrîm Demîr bal kişand ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku divê di çarçoveya pêvajoyê de pêngavan biavêje û divê hevşaredar vegerin ser wezîfeya xwe.   'Îradeya gel tê xespkirin'   Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî rexneyên xwe yên têkildarî desteserkirina şaredariyan anîn ziman.   Ahmet Turk diyar kir ku rêveberiyên qeyiman tê wateya ‘’talan û gendeliyê’’ û got ku divê li hemberî vê yekê partiyên siyasî, rêxistinên civakî û derdorên demokrasîxwaz helwesteke hevpar nîşan bidin.   Ahmet Turk piştre bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û got ku ji bo pêvajo veguhere aşitiya mayînde divê sererastkirinên hiqûqî werin kirin.   Ahmet Turk ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyek heye. Ev pêvajo ji bo me gelekî girîng e. Di warê ku ev pêvajo veguhere aşitiya mayînde de daxwazên me hene. ivê zemîna vê yekê ya hiqûqî were amadekirin. Em, partiya me û Birêz Ocalan em ê di mijara bicihanîna daxwazên hiqûqî de heya dawiyê israr bikin. Em bi sebr pêvajoyê dişopînin û piştgiriyê didin.’’   Çalakî bi çepikan bi dawî bû.