Ji bo xitimîn bê vekirin divê tecrîd bê rakirin 2026-10-01 09:03:52       STENBOL-Elîf Bulut da zanîn ku desthilatdarî nêzîkatiya li hember pêvajoyê li gorî geşedanên herêmî dimeşîne û ji bo pêşiya pevajoyê vebibe, fikarên civakê ji holê rabibin divê Abdullah Ocalan bi gel re raste rast bê gel hev.   Hêdîbûna di pêvajoya muzakereya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de bala rayagiştî dikşîne û di esas vê de stratejiya tevgera di geşedanên polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê tên nirxandin.Ji bo ev xitimîn bê vekirin û baweriya bi pêvajoyê ava bibe divê raste rast têkilî bi Abdullah Ocalan re bê danîn. Endama MYK’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) Elîf Bulut der barê mijarê de axivî û got aştiyek mayînde bi gavên şênber û zelal pêkane.   ‘Sedem tengezarbûna Tirkiyeyê ye’   Elîf Bulut da zanîn ku AKP dema hat desthiladariyê ji bo hebûna xwe bidomîne siyaseta navnetewyî daye berxwe û geşedanên li Rojhilata Navîn, siyaseta naxweyî ya Tirkiyeyê bandor dike. Elîf Bulut wiha anî ziman: “Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê ji Amerîkayê heta NATO’yê desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne bi vê siyaetê dimeşe. Desthilatdarî  hewl dide hêza Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn baş bi kar bîne û dema tengezariya li herêmê dest pê dike hewce dibîne rê bide ber siyaseta navxweyî.Dema ku bi rayedarên DEM Partiyê re nedixwestin bên rû hev, lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî bang kir û pêvajoyê wisa dest pê kir. Sedema vê tengezarbûna Tirkiyeyê bû.”   Pisgirêka zelalbûn û baweriyê   Elîf Bulut destnîşan kir ku di rayagiştî de pirsgirêkek baweriyê ya cidî heye û ji ber nezelaliyê fikar jî zêde dibin. Elîf Bulut wiha got: “Bi her alî re bêbaweriyê diafirîne.Nezelalbûn fikaran çêdike. Bi tevahî bi rayagiştî re ev fikar çêdibin. Em wek DEM Partî zelal in. Heta pêkane em agahiyan bi rayagiştî re parve dikin. Pêvajoyên komîsyonê divê derkeve derveyê burokrasiya dewletê. Di wan lijneyan de ji bilî wezaret û burokrasiyên dewletê kî cih digire divê diyar bibe. Bi rayagiştî re lihevkirin wê pirsgirêka bebaweriyê çareser bike û pêşiya nîqaşan vebike.”   ‘Divê statuya Abdullah Ocalan diyar bibe’   Elîf Bulut daxuyakirin ku Abdulah Ocalan muxatabê esas ê pêvajoyê ye û wiha anî ziman: “Navberên dirêj yên navbera hevdîtinan de pêvajoyê hêdî dike. Birêz Ocalan li Îmraliyê ji destpêka pêvajoyê de ye bi tena serê xwe pêvajoyê dimeşîne. Ji ber vê jî di mijarek wisa girîng de hevdîtin li gorî daxwazê kirin pirsgirêkek mezin e.  Divê beriya her tiştî statuya Birêz Oclaan zelal bibe.”   ‘Ji bo aştiyek mayînde hewce bi  reforman hene’   Elîf Bulut di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ji bo aştiyek mayînde hewce bi reformên demokratîk ên mayînde heye. Bi berdana çekan a PKK’ê pirsgirêka herî esas a demokrasiyê ya welat çareser nabe. Bê guman gavek girîng e lê  divê pergaleke ku ewlehiya hemû gelan dihewîne bê runiştin. Rakirina tecrîdê û têkiliyên ku Abdullah Ocalan raste rast bi rayagiştî re bike wê di alî pêvajoyê de bandorek erênî bikin. Divê demildest şert û mercên xebata azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin.”