Ji utopyaya Jina Azad ber bi Avakirina Pergalê ve: Statu û peymana civakî 2026-10-02 09:04:07    "Tevgera Jina Azad têkoşîn û rêxistibûna xweser esas digire. Diyar dike ku bi hêz û hebûna jinê jiyan dikare biguhere. Ev afirandina nasnameyeke civakî ya di esasa nirxên jinê de û parastina nirxên jinê dihewîne. Peymana civakî ya jinê li ser ji nû ve avakirina civakê disekine. Bi peymana civakî ya jinê re afirandina hewlestek siyasî û alternatîf a bi perspektîfa azadiya jinê tê şênberkirin. Hişmendiya ku peymanê diafirîne her tim tê hîskirin."   Rûşen Seydaoglu   Astengiya ku bi rêya rexneya femînîst a li ser hiqûqê hate Derbaskirin   Îro, li gel wan nirxên ku ji aliyê xweseriya jinan ve hatine avakirin, komeke nû ya "nirxan" ketiye bazarê; nirxên ku ji aliyê wê pergalê ve hatine pêşkêşkirin ku tê de pêvajoya avakirina neteweyê, piştî demeke dirêj a dîtina wê wekî statuyeke xwedî bandoreke mezin a civakî , veguherî statuya dewletbûnê û tê de dewletbûn bi xwe ji kapîtalîzm û serdestiya mêran derket holê. Bi vê karasetê re wekhev di metnên qanûnan de hatiye veşartin. Li dijî vê femînîzmê rexneyek girîng derketiye holê. Hiqûq ji bo her kesi ye - bêyî jinan!   Catharine Maccinnon ku dibêje ‘hiqûq ne bê alî ye cîhana mêran gerdunî îlan dike’, avakirina bingeha hiqûqê zîhniyeta di hewînde digire bin lêkolînê. Ya ku ew jî li ser disekine ev e ku hiqûq newekheviyê  çarser nake, pergala heyî mayînde dike. Diyar dike ku hiqûq ji zayendê serbixwe ye û ya ji nû ve diafirînin ji li ser zayendîbûna jinan hemû êrîşên wek destdirêjiyê vedişêre. Ev bi îdiaya wekheviya hiqûqê re fikr û çalakiyên mêran tên standartkirin. Yanî wekhev li hember jin û mêr tevger, ne wekhevî ye.  “Dewlet di mijara ku çawa li hember jin û mêran tevdigere de wek mêran dinêrin.” (Catharine A.Maccinnon, Ber bi teoriyeke dewletek femînîst) Hiqûq jin û kesên bindest yên din yên civakê dike bin ewlehiya qanûnî. (Catharine A.Maccinnon, berbi teoriyeke dewleteke femînîst.)   Ne tenê Maccînnon, gelek femînîst bi rexneyên xwe yên li dijî hiqûqê têkiliya jin-mêr mayînde dikin. Ger ku hînek mînak derkevin pêş; Frances Olsen diyar dike ku hiqûq li ser dijberbûnan ava bûye û xwe dispêre hiyerarşiyê; CArol Smar diyar dike ku hiqûq texrîbata li ser jinan ji qestî nabîne; Kîmberle Crenshaw jî tîne ziman ku divê hiqûq hemû çîn, nîjad û nasmeyên din bi jinê bigire dest. (Frances Olsen, “The Sex of Law”, Harvard Law Review)   Carole Pateman jî li ser peymana civakî ya pergala hiqûqê xwe dispê rê disekine û dibêje peymana ewil a xera bûye peymana zayendî ye. Di nîqaşên dimeşîne de diyar dike ku  peyman di esasa parastin û naskirina têkilî û mafan de dikare bê destgirtin. Di nîqaşên peyamana civakî de bi bîr dixe ku divê peyamana zayendî yanî peymana duyemîn ya tê meşandinê divê bê dîtin. Têkiliya navbera kes, civak û dewletê de bi zîhniyeta desthildariyê dijberbûna wê di navbera jin-mêr û jin û civakê de ava kiriye. pateman dibêje ‘Di destpêkê de hewce dibe ku bi qada taybet neyê dîtin; lê têkilkiyên zayendî yên navbera jin û mêr de, zewc û malbat di rewşa xwezayî de ji xwe heye. Lê peymana ewil ‘civaka sivîl’ derdixe holê û  qada taybet çawa tê avakirin ev bi çîroka peymana zayendî divê bê vegotin.’ (Carole Pateman, Peyaman Zayendî). Peymana civakî ya ku me digot belkî ya ewil e, qaşo bi qada taybet-cemawerî jinê ji jiyanê qût dike û karekterê mêr derdixe pêş. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku peymana civakî ya netewa demokratîk divê bi nêzîkatiya azadiya jinê be.   Pergala hiqûqî ya heyî ku jin bê ewlehî hişt, jin mahkûm kiriye.Têkoşîna azadiya jinan  bi me daye fêmkirin ku hiqûq çi ye, dixwaze bi jinan çi bide kirin û civakê çawa teşe bike.   Peymana Civakî ya Jinê ya Tevgera jinên Kurd-Tevgera Azadiya Jinê qadek girîng û  derfetê diafirîne.Ji bo jiyanek alternatîf hewcedariya bi peyman û aştiyê ya azadya jinê a civakî tê dibîne. Li dijî serdestiya mêr û kapîtalîzmê li her derê cîhanê xwedî li îtîrazên bilind dibin derdikevin.  Ne tenê têkoşîn, bi avakirina pergala jinê ya azad re  tovên tên avêtin mezin dike.   Tevgera Jina Azad têkoşîn û rêxistibûna xweser esas digire. Diyar dike ku bi hêz û hebûna jinê jiyan dikare biguhere. Ev afirandina nasnameyeke civakî ya di esasa nirxên jinê de û parastina nirxên jinê dihewîne. Peymana civakî ya jinê li ser ji nû ve avakirina civakê disekine. Bi peymana  civakî ya jinê re afirandina hewlestek siyasî û alternatîf a bi perspektîfa azadiya jinê tê şênberkirin. Hişmendiya ku peymanê diafirîne her tim tê hîskirin.   Di peymanê de gotina ‘Ya esas ne netew-delet û sînorên welatibûna wê ye… Jina azad û civaka demokratîk e. Civaka demokratîk li dijî zayendprestî û civaka delwetê û pergalê di esasa rêgezên polîtîk ahlaqî ya civakê de jiyana nû pêkan dike.’li idjî hiqûqa zayendperest a pergala serdest ya mêr ji nûve polîtîka û ahlaqê civakî çalak dike. Di meşandina jiyana azad a ji nû ve de rol girtinê hedef dike.   Peymana ku wek bingeha netewa demokratîk tê destgirtin, di alî qada diyalektîka modernîteya demokratîk de nayê qebûlkirin. Di nîqaşa li ser alternatîfan de, girîngî ne li ser wan civakan e ku piştî pejirandina peymanê bêbandor û pasîf mane, belkî li ser prensîbeke siyasî ye ku parastina mutleq a qada civakî misoger dike û dihêle ku prensîb û pêdivî zindî bimînin.   Peyman mijarên sereke yek bi yek dinirxîne, wekî mînak dînamîka takekes-civakê ku bi rêya destwerdana çarçoveyeke yasayî ya kapîtalîst û serdestiya mêr, hatiye veguherandin lîstikeke pergalê, têkiliya di navbera civaka demokratîk û azadiya jinan de, têkiliyên zayendî, dînamîkên malbatê û statuya civaka demokratîk wekî nirxeke destûrî. Ew nêzîkatiyekê dipejirîne ku prensîbên bingehîn zelal dike, ne ku tenê hûrgiliyên sûc û cezayên taybetî rave bike. Piştre, stûnên civakê di nav de ciwan, zarok, kal û pîr, yasaydanîn, perwerde, aborî, tenduristî, çand û huner, ekolojî,û exlaq û ol ne tenê wekî aktor, lê wekî beşên hevgirtî yên civakeke demokratîk têne lêkolînkirin. Ev hêman di warê demokrasiyê, wekheviyê, azadiyê û gihîştina van nirxan de, wekî hêmanên bingehîn ên Peymanê têne nirxandin. Bi awayekî dubare tê tekezkirin ku jiyana aborî, civakî û çandî tenê bi rêya nêzîkatiyeke ku jinê dike navend, dikare bigihîje pîvanên wekhevîxwaz, exlaqî-estetîk û demokratîk.   Naskirina civakî, xwe dispêre  siyasîbûna civakî û takekesî. Ev yek bi rêya rêxistinkirina her xaleke bingehîn li ser bingeha hişmendiyeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinan di nav komîn, meclîs, akademî û kooperatîfan de, pêkan tê dîtin. Armanc ew e ku ew pergala ku bi pîvanên navendparêz û serdestiya mêran hatine diyarkirin, bi çarçoveyeke ku li ser bingeha hevsengiya di navbera hîskirin û aqil de ye û azadiya jinan û dadmendiya civakî dike navend, were guhertin.   Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Li şûna encamê, ne nû ji nûve:Rêgeza Azadixwaz a Jinê û bi Statuya Jina Azad berbi Hiqûqa Giştî’  hefteya pêş wê bê weşandin.   *Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘jin û aştî’ ya kovara jîneolojiyê hatiye girtin.