Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin 2026-10-03 15:52:58   MÛŞ - Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê bi boneya salvegera Komkujiya Vartînîsê meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dosyaya Vartînîsê ji bo cezakirina kujeran careke din bê vekirin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, bi boneya salvegera 33'yemîn a Komkujiya Vartînîsê ku leşkerên Tirk ji malbata Ogut 7 jê zarok 9 kes di mala wan de şewitandibûn, ji navenda bajarokê heta Muzexaneya Vartînîsê meşek li dar xist û daxuyanî da. Di meşê de pankarta bi Tirkî û Kurdî “Em ê komkujİya Vartînîsê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” hat vekirin û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştî meşê, li ber Muzexaneya Vartînîsê daxuyanî hat dayîn.   Aysel Oguç a ku di komkujiyê de 9 kes ji malbata wê hatibûn kuştin û bi tesadufî rizgar bibû, diyar kir ku malbata wê ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin. Aysel Oguç anî ziman ku ew zilm û komkujiyê qebûl nake û got: “Malbata min çi kiribû? ev 33 sal in êşa wê di dilê min de ye. Di dilê tevahiya xelkê gund de ye. Êşa me mezin e û nayê jibîrkirin. Êşeke ku bûye dîroka Vartînîsê. Xwişk û birayê min ê herî biçûk hê şîr dimêt. Dikaribû çi bikira? Ez vê komkujiyê qebûl nakim. Tu sûcê malbata min tune bû. Êşa di dilê min de tenê Xwedê dizane.”   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan axivî û diyar kir ku komkujiya qewimî bandoreke mezin li ser gelê Kurd çêkiriye. Îlyas Aslan bi lêv kir ku dosyaya komkujiyê tevî rastiyan jî hatiye girtin û wiha got: “Di komkujiyê de demborîn nîne. Doz îro li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) e. Em ji AYMê biryareke bi rastî dadperwer hêvî dikin û dixwazin faîlan ceza bike. Ji komkujiyên Dersim, Zîlan, Roboskiyê heta bi Vartînîsê tu darizandinek pêk nehat. Faîl bêceza man. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê ev komkujî li gorî daxwaza malbatan bêne çareserkirin. Şansolyeyê Almanyayê Willy Brandt li Polonyayê çûbû yek ji cihên sembol ên Komkujiya Cihûyan û li wir ji gelê Cihû lêborîn xwestibû. Em jî ji vir di serî de bang li Serokkomar Erdogan, li hemû rayedarên dewletê dikin. Divê guh bidin daxwazên vî gelî û ji bo van komkujiyan lêborîn were xwestin.   Em vê aştiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dixwazin. Ger em vê êşê parve dikin, divê em gavên dualî bavêjin. Ji bo ev komkujî careke din dubare nebin, em ê her sal van bîranînan bidomînin.”   Piştî axaftinan, girseyê serdana Muzexaneya Vartînîsê kir. Li muzexaneyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin. Piştî duayan, li hewşa muzexaneyê ji bo qurbaniyan rêz hat girtin.   Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.