Hejmara 189’emîn a Kovara Jinê derket 2026-10-11 09:59:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi di hejmara xwe ya 189’emîn bi sernavê ‘Aştiya Ekolojîk û Azadiya Civakî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.   Hejmara 189’emîn a Kovara Jinê bi sernavê ‘Aştiya Ekolojîk û Azadiya Civakî’ hat weşandin.   Kovara Jinê di hejmara xwe ya 189’an de balê dikşîne ser têkoşîna ekolojîk a li dijî qirkirina ekolojîk û destwerdana şer, sermaye û serdestiya dewletê li ser qadên jiyanê yên xweza, jin û gelan. Di gotaran de der barê dilsoziya di navbera edaleta ekolojîk û aştiya bi rûmet, têkiliyên aydiyetê yên bi xwezayê re hatine avakirin û têkoşîna jinan a ji bo parastina jiyanê de tên nîqaşkirin.   Hemû sernavên di vê hemarê de ev in:   * Em çawa dikarin mal û milkên ekolojîk ji serdestiya dewleta sermaye rizgar bikin? / Menekşe Kizildere   *Cesaret, tenê hinek cesaret, dara ezîz! / Reyhan Hacioglu   * Têkoşîna ekolojîk li dijî qirkirina ekolojiyê ye/ Derya Akyol   *Hilweşîna Ontolojîk a xwezayê û pejirandina gerdûna zindî: Kozmolojiyên zindî li dijî qirkirina eko li ser mihwera anatoliya-Mezopotamyayê / Pakîze Gurha   *Li Cezayîrê şer, jin û futbol / Zeyno Bayramoglu