Belgefîlma derhêner Pegah Ahangaranî bû namzeda Oscarê 2026-10-11 15:11:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Keyaniya Yekbûyî belgefîlma ‘Rehearsals for Revolution’ ji bo 99’emîn Xelatên Akademiyê di kategoriya fîlmên navneteweyî de nîşan da. Berhem bi dîmenên arşîvê û çîrokên kesane dîroka Îranê ya ji sala 1979’an heta îro tîne ser ekranê.   Belgefîlma ‘Rehearsals for Revolution’ (Proveyên şoreşê) ku derhêneriya wê ji aliyê Pegah Ahangaranî ve hatî kirin, wek namzeda Keyaniya Yekbûyî di kategoriya ‘Baştirîn Fîlma Metrajê Dirêj a Navneteweyî’ di 99’emîn Xelatên Akademiyê de hatiye hilbijartin. Fîlm zêdetirî çil sal dîroka Îranê digre dest, bîranînên kesane û ezmûnên siyasî-civakî yên nifşên cûda eşkere dike.   Li gorî nûçeya weşana pîşesaziya fîlman ‘Screen Daily’ a bi dîroka 10’ê Cotmeha 2026’an, berhem ji aliyê komîteyek Keyaniya Yekbûyî ku ji endam û nûnerên komîteya fîlman a Akademiya Hunerên Fîlm û Televîzyonê ya Brîtanî (BAFTA) pêk tê, hatiye hilbijartin.   Pegah Ahangaranî, di vê belgefîlmê de bi karanîna arşîvên kesane, vîdyoyên malê, dîmenên xwepêşandanên kolanan, tomarên rojnameyan û tomarên deng, dîroka Îranê ji sala 1979’an heta roja îro ji nû ve ava dike. Wê bi jiyana xwe û vegotinên pênc xizmên xwe û kesên din ên ku şopa xwe li ser jiyana wê hiştine ve girêdide. Fîlm her wiha serpêhatiyên berxwedanê û hêviya guhertina siyasî di çarçoveya dîroka hemdem a Îranê de digre dest.   Fîlm bû nazmeta xelata Oscarê   ‘Rehearsals for Revolution’ di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê ya 2026’an de di beşa ‘Pêşandanên Taybet’ de promiyera wê hat kirin û li wir xelata ‘Çavê Zêr’ (L'Œil d'or) ji bo Belgefîlma Herî Baş wergirt. Fîlm di Mîhrîcana Telluride û Torontoyê de jî hat nîşandan.   Fîlm di 25’ê Îlona 2026’an de li Keyaniya Yekbûyî û Îrlandayê bi demek sînorkirî hate weşandin. Nîşandanên fîlmê yên ku dê bibin namzedên Oscarê ji bo meha Kanûnê li New York û Los Angelesê hatine plankirin û piştre di Çileya 2027’an de li seranserê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê di sînemayan de bê weşandin. Hilbijartina fîlmê ku ji bo xelata Oscarê beşdar bibe nayê wê wateyê ku fîlm dê bikeve lîsteya dawî a fîlman. Gelo ew ê bikeve navnîşana dawî a fîlman an na, bi qonaxên paş ên pêvajoya hilbijartinê ya Akademiyê ve girêdayî ye.