Li dijî bêcezahiştinê dengê jinan bilind dibe 2026-10-14 09:03:31   Rozerîn Gultekîn   AMED-Endama lijneya rêveberiya KHM’ê ya Baroya Amedê Raperîn Akengîn der barê ‘Jin Edalet û Nobeta Bîrê’ de axivî û got: “Dikare pêşî li qetilkirin û tundiya li ser jinan bê girtin. Mekanîzma dikarin pêk bên. Mafê jiyana jinan dikare bê parastin. Em ji bo vê di nobetê de ne, dişopînîn û têkoşînê didomînin.”   Qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. li şûna ku jin bê parastin û tedbîrên parstinê bên girtin polîtîka bê cezahiştinê pêk tê û jin ji nû ve hedef tên giritn. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha îlonê de herî kêm 27 jin û 6 zaork hatine qetilkirin. Tora Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Amedê di rojên borî de li dijî qetilkirinên jinanan 10 hefteyan her rojên sêşemê ‘Jin Edalet û Nobeta Bîrê’  li ber Edliyeya Amedê dan destpêkirin.Endama lijneya rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Raperîn Akengîn der barê çalakiyê de axivî.   ‘Tunndî wek ‘mijara malbatê’ tê dîtin’    Raperîn Akengîn wiha anî ziman: “Mekanîzmayên ku jiyana jinan biparêzin hene lê di pratîkê de tune ne.Mafê jiyanê ya di xala 17’emîn a Destura bingehîn de, Qanûna Hejmar 6284, ji bo jinan sererastkirinên hiqûqî dihewîne. Ev qanûn hene lê mixabin di pratîkê de pêk nayên.Ev qanûn pir caran pêk nayên xwe nadin nîşandan. Dema jin bê tehîdkirinû neyê parstin, gumanbar li gorî biryarê tevnegerê û mijara tundiyê wek mijara malbatê bê dîtin û were piştguhkirin em di vir de bêcezahiştinê dibînin. Peywira hêzên ewlehiyê ne ku jiyana jinê lêpirsîn bike û wek mijara malbatê bibîne, jinê şûnde bişîne ye. Pyewira wan ev e ku jinê serlêdanê dikin, biparêzin."   'Cesaretê didin gumanbaran'   Raperîn Akengîn daxuyakirin ku pêvajoyên darizandinê tên piştguhkirin û tenê der barê dem abûyerê de darizandin pêk tên û got: “Jin tenê roja tê qetilkirin tundiyê nabîne, beriya vê heye. Jin di nav lepê tundiyê de ye. Lê dadgeh dibêjin cînayet çawa hatiye kirin û gumanbar kî ye. Mijara esas beriya ku jin bê qetilkirinê çi jiyaye bi çi re hatiye rû hatiye. Ji gumanbar veqetîn, an jî bi kesekî din re têkilî, ne hinceta tundiya gumanbar e. Em di nirxandinên tahrîka bêmaf de, darizandina jiyana jinê qebûl nakin. Divê dadgeh tundiya sîstematîk bibînin û dest ji helwesta ku gumanbaran diparêze berde.  Di dosyayê de tenê li ser gumanbar sekinandin, tê wateya ku tundî nayê dîtin. Tevî eveqas mekanîzmayên delwetê hene jin tên qetilkirin û tedbîr nayên girtin. Gumanbar ne tenê yek keseke. Divê darizandin pêvajo ji destpêkê bigire heta dawî li bger çavan bigire. Li gorî vê jî hukma xwe ava bike.”   ‘Em di nobetê de ne em dişopînin û têdikoşin’   Raperîn Akengîn di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nobeta ku wek Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê dane destpêkirin û got vê tenê wek çalakiyekê nagirin dest, xebateke li dijî rewakirina qetilkirina jinan, wek îtîrazekê dinirxînin. Raperîn Akengîn wiha dawî lê anî: “Her roj jin tên qetilkirin, her roj mirinê bi guman tên jiyîn. Tevî jin serlêdanan dikinnayên parstin. Piştî cînayetan bertek nîşandan têr nake.Divê em jin xwe rêxistin bikin û qada têkoşînê ya bi rêxistin ava bikin.Me nobeta xwe ya vê hefteyê pêk anî. Em ê 10 hefteyan li ber edliyeyê saet di 12.30’an de pê bînin. Dikare pêşî li qetilkirin û tundiya li ser jinê bê girtin. Mekanîzma dikarin pêk bên. Mafê jiyana jinan dikare bê parastin. Em ji bo vê di nobetê de ne, dişopînîn û têkoşînê didomînin.”