Li Wanê birûskê li zarokekî da 2026-10-15 15:25:08   WAN - Li Wanê birûskê li zarokekê 14 salî ku li çolê pez diçerand da û zarok jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Neçrevayê ya bi ser navçeya Qelqelî ya Wanê ve, birûskê li zarokê bi navê Muhammed Mehdî Dînler ê 14 salî da. Mehdî Dînler di encama vê yekê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku bûyer dema zarok li çolê pez diçerand qewimî ye û zarok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.   Malbat û gundiyan cenazeyê Muhammed Mehdî Dînler rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê û piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê zarok hate veşartin.