Li Îranê çalakiyên 'Sêşema na ji Darvekirinê re' li 67 girtîgehan dewam dike 2026-11-17 11:14:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" ku li dijî cezayê darvekirinê li girtîgehan tê meşandin, di hefteya 147'an de li 67 girtîgehan belav bû. Girtî di çarçoveya kampanyayê de grevên birçîbûnê yên rojane dewam dikin.   Di daxuyaniya kampanyayê de kesên ku di protestoyên 15'ê Mijdara 2019'an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hate ragihandin ku bi hezaran kes hatin binçavkirin herî kêm hezar û 500 kes hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet wê dewam bike.   Li gorî daxuyaniyê, ji 21'ê Adarê û vir ve ku li Îranê sersal e, 21 jê jin zêdeyî 607 girtî hatin darvekirin.   Her wiha hate gotin, Peyman Salihi yê ku 9'ê Mijdarê ji aliyê Midûriyeta Îstîxbarata Tehranê ve bi lêdanê hate binçavkirin, cenazeyê wî ku şopa êşkenceyê li ser bû radestî malbata wî hate kirin.   Di daxuyaniyê de dadger Salavati hate rexnekrin ku gelek biryarên darvekirinê da û hate gotin, gelek darvekirin jî bi saya protestoyan û piştevaniya civakî hate rawestandin.   Kampanyayê bang li karkeran, rêxistinên pîşeyî, aktîvîstên siyasî û civaka sivîl kir ku li dijî darvekirinê beşdarî nava têkoşînê bibin.