Ji çalakiya jinan a nobedê: Kuştina jinan polîtîk e 2026-11-17 13:58:28   AMED -Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê di hefteya 7'emîn de li ber Edliyeya Amedê bal kişand ser qetilkirina jinan û sûcên nefretê yên li dijî transan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku qetilkirina jinan polîtîk e û  wiha hate gotin: “Bîr, ne tenê bibîranîn e, ew di heman demê de li hemberî tundiyê parastina mafê jiyanê ye.”   Nobeta Jin, Edalet û Bîrê ya ji aliyê Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 7emîn de li ber avahiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û gelek saziyên civakî tev li nobedê bûn. Di nobedê de pankarta, “Jin nobeta edalet û bîrê digirin” hat vekirin û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.   Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Endama Komeleya Jinan a Rosayê Nermîn Ûnat ve hat xwendin. Nermîn Ûnat di daxuyaniyê de bal kişand ser mafê jiyanê yê jinan û polîtîkayên darazê û ev tişt anîn ziman: “Em îro li erdnîgariyeke ku jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û mirinên wan wekî ‘xwekuştin’, ‘qeza’ yan jî ‘mirina bi guman’ di tarîtiyê de tên hiştin, ji bo ku em ji bîrkirin û bêdengiyê red bikin li vir in. Em li ber edliyeya ku di polîtîkayên bêcezahiştinê de berpirsiyariya wê ya sereke heye kom bûn, da ku jinan tenê bi tundiya ku lê hatiye kirin pênase nekin. Ev kuştin ne buyerên takekesî ne; encama zîhniyeta baviksalarî, bêcezahiştin û pergala serdest a mêr in. Navê hedefgirtina sîstematîk a jiyana jinan, qirkirina jinan e. Ev qirkirin şerekî li dijî rastî û hebûna jinan e.”   Di hefteya 7'emîn a nobedê de, bi boneya 20'ê Mijdarê Roja Bîranîna Transên Mexdûrên Sûcên Nefretê, qetilkirina Sudenaz a li Amedê û têkoşîna edaletê ya ji bo wê hate bibîranîn. Di dawiya daxuyaniyê de çîrokên 7 jinên ku di navbera 9 û 15 Mijdarê de li bajarên cuda jiyana xwe ji dest dane hate xwendin.   ‘Bi rêxistinbûyînê em dikarin tundî û qetilkirina jinan rawestînin’   Piştî daxuyaniyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak anî ziman ku armanca van xebatan ew e ku rê li ber qetilkirina jinên din bigirin û ev tişt anîn ziman: “Hevalên jin ên ku me beriya kêliyekê navên wan hejmartin û jinên ku ji jiyanê hatine qutkirin, erdnîgariyeke tu yekî ji wan tune ye. Tenê nasnameyeke wan heye; ew jî jinbûn e. Tenê nasnameyeke wan heye; ew jî ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatina qetilkirin e. Divê ev têkoşîn ji Amedê heta Çanakkaleyê, Afyon û Îzmîrê wekî têkoşîna jinan bibe yek, werin cem hev û têkoşîneke birêxistinkirî derxin holê da ku em bi hev re tundiya li ser jinan û kuştina jinan rawestînin.”   Piştî axaftina Serra Bûcak, çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.