TAJÊ bernameya xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir 2026-11-17 15:40:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), starta xwe ya 25’ê Mijdarê da û diyar kir ku jinên Êzidî li ser bingeha Jineolojî, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde, birêxistin dikin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, daxuyaniyek da û starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê ragihand. Daxuyaniya ku bi beşdariya endamên TAJÊ, sazî û dezgahên jin ên li Şengalê, li Sinûnê navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate dayîn, ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl ve hate xwendin.   ‘Jinên Êzidî yên ku di fermanê de bûn hedef, îro bûne pêşeng’   TAJÊ, di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser rola jinên pêşeng ên têkoşer ên wek Sakîne Cansiz, Zîlan, Berîtan û Şîlan û diyar kir ku bi fedakariya wan rêya azadiya jinê ronî bûye. Her wiha hat destnîşankirin ku avakirina TAJÊ jî encama berxwedan û têkoşîna jinan e.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Êzîdî di dîroka 74 fermanan de li hember qirkirin û zilmê serî netewandine û dev ji baweriya xwe, axa xwe û çanda xwe bernedane.   TAJÊ, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên Êzîdî di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de bûn yek ji hedefên sereke yên êrîşên DAÎŞ’ê û wiha got: “Di encama van êrîşan de gelek jin hatin kuştin, revandin û firotin, hejmareke mezin jî hatin windakirin. Bi rêya êrîşan li ser jinan, armanc ew bû ku îradeya tevahiya civaka Êzîdî were şikandin. Lêbelê piştî fermana 2014’an jinên Êzîdî ji nû ve xwe birêxistin kirin û bûn pêşengên têkoşînê. Jinên ku ji dîlgirtinê rizgar bûn, dest bi xebatên parastinê, siyasî û civakî kirin û di avakirina rêxistinên jinan de roleke girîng girtin. TAJÊ, YJŞ û rêxistinên din ên jinên Êzîdî wek encama vê têkoşînê hatin avakirin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bidome û bêdengî dê neyê qebûlkirin’   Di daxuyaniyê de bi dirûşma “Em êdî ne tenê kesên rastî êrişê hatine ne; em hêza azadiyê, parastin û rêxistinkirinê ne” hate ragihandin ku jinên Êzîdî êdî naxwazin tenê wek kesên rastî êrîşan hate bên naskirin, lê wek hêzeke xwedî îrade û biryarê di civakê de cih digirin.   TAJÊ, bal kişand ser rewşa jin û keçên Êzidî yên ku hêj di destê DAIŞ’ê de dîl in û çarenûsa wan ne diyar e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heya vegera keçên dawî, têkoşîn dê bidome û bêdengî dê neyê qebûlkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku bêyî vegera jin û keçên revandî, azadiya civaka Êzîdî nikare bê temamkirin.   ‘Armanca avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz e’   Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku tundiya li ser jinê di heman demê de tundî li ser tevahiya civakê ye û hate diyar kir ku bêdengkirina jinan, derxistina wan ji qada kar û tehdîdkirina wan ji ber daxwaza mafên xwe, ne tenê êrîşek takekesî ye, êrîş li ser tevahiya jinên Êzîdî ye.   TAJÊ, diyar kir ku jinên Êzîdî li ser bingeha Jineolojiyê, zanista jinê û felsefeya Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin, birêxistin dikin û ji bo parastina xwe dixebitin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz e ku tê de jin bi rûmet û azad bijîn.   TAJÊ, bi dirûşma “Niha dema jinê ye, dema parastin û rêxistinkirinê ye” starta xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê ragihand û bi van gotinan “Werin em bibin yek, em xwe rêxistin bikin, em xwe biparêzin û em azadiya xwe bi destên xwe ava bikin” bang li hemû jinên êzidî, hemû jinên Kurdistanê û hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê kir.   Bernameya çalakiyan wiha ye:   “*Ji bo mêran perwerdeya Jineolojî.   *Çalakiya Ciwanan.   *Pêşangeha Wêneyan.   *Meş û Daxuyanî.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘ Niha dema jinê ye, dema parastin û rêxistinkirinê ye!’ bi dawî bû.