‘Wê kî mafên min biparêze? 2026-11-18 09:06:53   Berîtan Tunç   ÎZMÎR - Irmak Tug a ku bi salan tundî lê hatkirin û di pêvajoya destberdanê de hewl hat dayîn bê qetilkirin,diyar kir ku hewldanên sînorkirina nefeqeyê, ewlehiya aboriya jinan hedef digire û got: “Wê mafê min kî biparêze.”   Mafê nefeqeyê, yek ewlehiya aboriya jinan ku piştî destberdanê ji bo nekeve rîska xizaniyê ye. Ev maf di alî jinan de yek ji ewlehiya girîng ku piştî ji tundiyê dur bikeve bikaribe jiyana xwe ava bike ye. Lê mafê nefeqeyê ku bi têkoşînê hatiye bidestxistin, bi nîqaşên sererastkirina qanûnî ji nû ve di rojevê de ye.   Dadgeha Destura Bingehîn(DDB) di 4’ê Hezîrana 2026’an de nefeqeya xizaniyê ya  ‘bêdem’ a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk de cih digirt û ji bo kesên piştî destberdanê bikeve xizaniyê, dihat dayîn, betal kir.  Biryar di 30’ê îlona 2026’an de hat weşandin. Beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî Irmak Tug a ku bi salan tundî dît û hewl hat dayîn bê qetilkirin, ji ajansa me re der barê têkoşîna xwe de axivî.   Irmak Tug da zanîn ku temenê biçûk de hatiye zewicandin û 17 salan seranserê zewaca xwe tundî lê hatiye kirin û wiha got: “Piştî gumanbar Adem Tug hat berdan tehdîd domand.Ji sûcê ‘ji qestî birîndarki’in' 3 sal ceza lê hat birîn.Adem Tug biryara tezmînak û nefeqeyê bir îstînafê.Keda min ya seranserê zewacê tune hat hesibandin. Piştevaniya jinan ez li ser piyan hişim. Ez 25’ê Mijdarê de banga mezinkirina têkoşînê dikim.”   ‘Sînorkirina nefeqeyê ji bo gumanbaran bû xelat’   Irmak Tug bi lêv kir ku gumanbar Adem Tug ji bo nefeqe û tezmînatê nede biryar biriye îstînafê û wiha domand: “Gelo ev zarok tenê yên min in? Na. Hewcedariyên van zarokan hene. Jiyanek bê pere nabe.Gelo ez çi bikim? Qestê jiyana min hatiye kirin, keda min hemû çûye. Zarokên min nikarin der barê pêşeroja xwe de xeyalan bikin. Sînorkirina nefeqeyê ji bo mêr wek xelate. Sala 2026’an sala malbatê îlankirin. Gelo çîroka jin û zarokên jiyana wan hatiye tunekirin fikirîn?Ez mereq dikim. Çima nefeqeya hat sînorkirin.”   ‘Hewcedariya me bi têkoşîna rêxistinkirî heye   Irmak Tug da zanîn ku li dijî tundî û tehdîdan piştevaniya jinan ew li ser piyan hiştiye û wiha anî ziman: “Min bi piştgiriya jinan têkoşîna xwe domand. Têkoşîna jinan şansê min ê herî mezin bû. Ji ber kesî piştgirî neda min. Adem û malbata xwe xurt bûn. Kesên derdora wî ez tehdîd dikirim. Heqeret dikirin. Ez tenê dihiştim. Tevî vê jin xwedî li têkoşîna min derketin. Di serî de Tulîn Osmanogullari û hemû jinan piştgirî dan min. Ez spasiyên xwe dikim.”   ‘Gumanbar perwerda zarokan îdia dikin’   Adem Tug diyar kir ku ev du sale ji hev veqetîne û got: “Zewaca me 17 salan berdewam kir. Piştî destberdanê lêçûna zarokan ez dam zorê. Hatineke me ya bi rêk û pêk tunebû. Du zarokên min hene. Lêçûnên dibistanê, serwîsê, qursê, xwarinê hebûn. Tevî vê ez di her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe derketim. Lê daraz jî mafê nefeqeyê sînor dike û gumanbaran xelat dikin.Polîtîkayên bêcezahiştinê bi tundiya mêr mezin dibin. Seranserê zewacê tevî li malê û derve xebitîm jî min beramberê keda xwe negirt. Divê mafê nefeqe û tezmînatê bê parastin.”   Ji bo 25’ê Mijdarê bang   Irmak Tug di dawiya axaftina xwe de jin di têkoşîna li dijî tundiyê de ne tenê ne û wiha dawî lê anî: “Ez bang lihemû jinan dikim ku jin 25’ê mijdarê de li qadan bin li kolanan bin. Divê dengê xwebidin bihisti. Li mafên xwe bigerin. Jinên tundiyê dibînin divê bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. Ez hemû jinan vexwendiyê qadên 25’ê Mijdarê dikim.