'Xweza ne mulkê tu kesî ye' 2026-11-18 17:07:18   ŞIRNEX- Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jinan li Silopiyayê ji bo ku li dijî santrala termîk a li wê herêmê nerazîbûnê nîşan bidin çalakiyek li dar xisin û gotin: "Xweza ne milkê kesî ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, têkildarî santrala termîk a li navçeya Silopiyaya Şirnexê, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di çalakiya ku li bajarokê Giteyê pêk hat de, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk û partiyên siyasî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên ku dirûşmên wekî "Em santrala termîk naxwazin", "Em jiyanê ji jehrê diparêzin" û "Hebûna xwezayê, hebûna me bi xwe ye" li ser bûn, hatin hildan. Her wiha beşdaran pankartên bi nivîsên "Cûdî ya me ye", "Jin xwezayê diparêzin", "Jin, jiyan, azadî" û "Jin xwezayê diparêzin û jiyanê berfireh dikin" jî hilgirtin.   Metnê daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo  Azadiyê (OHD) û Endama Platforma Ekolojiyê ya Şirnecê Dîlan Elçî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Hewayek paqij, av, ax û jîngeheke saxlem mafê bingehîn ê her zindî ye. Lê mixabin, ji ber çalakiya Ocaqa komirê yên li Çiyayê Cûdî û Santrala Termîk a Sîlopiyê, ev maf li herêma Botanê roj bi roj binpê dibin.   Em îro li vir kom bûne da ku bala raya giştî bikêşin ser wêrankirina xwezayê û bandorên wê yên li ser jiyana gel. Em dixwazin vê talanê rawestînin û têkoşîna parastina jiyanê xurtir bikin.   Dîtina ku xwezayê wekî milkekî bêdawî yê sermayeyê dibîne, dibe sedema wêrankirina çiyayan, avê, axê û hemû zindiyan. Xweza ne milkê kesî ye; ew bingeha jiyana hevpar a hemû zindiyan e. Her êrîşeke li ser xwezayê, di heman demê de êrîşek li ser jiyana mirovan û paşeroja mirovahiyê ye.   Ev wêrankirin bandoreke mezin li ser jiyana jinan jî dike. Ji ber ku desthilatdariya li ser jinê û ya li ser xwezayê ji heman zihniyeta mêrperest û kapîtalîst tê. Ev zihniyet hem laş û keda jinê, hem jî xwezayê dike nava kontrol û îstîsmarê.   Jinan di dîrok û civaka Mezopotamyayê de di avakirina jiyanê, hilberînê û parastina hevkariyê de roleke girîng lîstine. Îro qirêjbûna avê, xerabûna axê, kêmbûna çandiniyê û tunebûna cihên jiyanê rasterast bandorê li ser aborî, civak û çanda jinan dike.   Ji ber vê yekê, têkoşîna ekolojîk bê azadiya jinê nikare bigihîje armanca xwe. Em ne tenê hewa, av û axa paqij diparêzin; em ji bo jiyana azad, wekhev û bê zilm û zordarî jî têdikoşin. Azadiya jinê û azadiya xwezayê ji hev nayên veqetandin.   Gazên wekî sîlfûr dîoksît, nîtrojen oksît, toz, metalên giran û gazên germkirina cîhanê yên ji dûmana santralê derdikevin, ji bo tenduristiya mirovan û hemû zindiyan xetereyeke mezin çêdikin.   Lê heta niha lêkolîneke serbixwe û zanistî ya berfireh ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.   Em daxwaz dikin ku bandorên santralê li ser tenduristiya gel û xwezayê bi lêkolînên zanistî yên serbixwe bêne vekolîn û encamên wan bi eşkereyî bên parvekirin.   Di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku di sala 2024an de dest pê kir de, aştiya bi xwezayê re jî mijareke bingehîn e. Aştiya di navbera mirovan de bê parastina xwezayê nikare bibe aştiyeke rastîn.   Ji bo vê yekê, em careke din dibêjin: Rawestandina çalakiyên Ocaqa komirê li Çiyayê Cûdî û girtina tevahiya Santrala Termîk a li Sîlopiyê divê pêngavên herî bingehîn bin.   Di hefteya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya 25ê Mijdarê de, em careke din dibêjin ku tundî tenê êrîşa laşî nîne. Kontrolkirina laş, ked, îrade û jiyana jinê jî cureyên tundiyê ne. Pergala mêrperest a ku jinan dikuje, keda wan tune dihesibîne û azadiya wan sînordar dike, bi heman zihniyeta ku xwezayê talan dike ve girêdayî ye.   Wekî ku têkoşîna azadiya jinê jî destnîşan dike, bê azadiya jinê civak nikare azad bibe. Her wiha, bê jiyaneke bi xwezayê re, civakeke demokratîk û azad nayê avakirin.   Perspektîfa Jineolojiyê jî girîngiya têkiliya jin, jiyan, civak û xwezayê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê, têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşîna azadiyê ye.   Em wekî jinên ku xwezayê û jiyanê diparêzin, soz didin ku ji bo civakeke ku jin di wê de xwedî îrade û bi biryar be, keda wê neyê îstîsmarkirin û hemû zindî bi azadî bijîn, têkoşîna xwe mezin bikin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê xweza jiyan nabe" bi dawî bû.           ‘