ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-19 09:00:00     * Rêxistinên jinan ku xwe amade dikin dakevin qadên 25’ê Mijdarê, li dijî tundiya dewlet-mêr balkişandin ser girîngiya parastina cewherî û têkoşîna femînîst enternasyonal û gotin: “Têkoşîna jinê esasa civaka demokratîk e. Jin azad nebin civaka demokratîk jî ava nabe.” BI DÎMEN    *Tirkmenên Elewî yên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet ji bo aştiyê gavên pêwist bavêje û wiha got: “Em bi pêvajoya aştiyê bawer dikin. Dem divê neyê taloqlkirin. Divê demildest aştî pêk bê.” DÎMEN HEYE   *Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, jinan  li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê  peyama yekitiyê dan. VÎDEO NÛÇE   *Parêzer Nursel Sarioglu der barê binpêkirinên mafan yên zarokan de axivî û got bi krîza aborî re karkeriya zarokan zêde bûye, zarokên keç ji dibistanê dûr dikevin. Nursel Sarioglu got divê pergaleke ku zarokan esas digire bê avakirin. BI DÎMEN    *Her çend 12 sal di ser fermana 74’an re derbas bû jî, şopên qirkirinê li Şengalê nehatine jêbirin. Civaka Êzidî ku mal, ax û jiyana xwe ji nû ve ava dike, di bin pêşengiya jinan de xweparastina xwe xurt dike û hewl dide pêşeroja xwe ava bike. Digel ku bi pêvajoya entegrasyonê re nîqaşên statû û ewlehiyê dîsa hatine rojevê, li Şengalê bi rojê re her rojeveke nû bi jiyanê re dest pê dike. BI DÎMEN