Dê li qadan peyama 'Jiyanek din pêkan e!' bidin 2026-11-19 09:04:26   Devrîm Findik   STENBOL - Rêxistinên jinan ku xwe amade dikin dakevin qadên 25’ê Mijdarê, li dijî tundiya dewlet-mêr balkişandin ser girîngiya parastina cewherî û têkoşîna femînîst enternasyonal û gotin: “Têkoşîna jinê esasa civaka demokratîk e. Jin azad nebin civaka demokratîk jî ava nabe.”   Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, jinên nûnerên Piştevaniya Mor, Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM), Meclîsên Jinan a HDK’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî polîtîkayên şerê taybet, patrîarka, kapîtalîzmê banga têkoşîna hevpar dubare dikin.    Rêxistinên jinan bang li jinan dikin ku 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.   ‘Li dijî kapîtalîzm û patrîarkayê xetê dihûnin’   Endama Meclîsa Nûneriya Piştevaniya Mor Yildiz Gezîcî da zanîn ku bi destê dewlet, patrîarka û kapîtalîzmê pirsgirêk tên afirandin û li kolanan heta kargeriyan mobîng û destdirêjî heye. Yildiz Gecizî wiha got: “Ev ne pirsgirêkên şexsî ne. Ev pirsgirêkên bi destê dewlet, patrîarka û kapîtalîzmê tên afirandinê ye.  Pirsgirêk ne tenê tundiya mêr-dewletê ye, sermayeye. Ber bi 25’ê Mijdarê em hewl didin xeta femînîst sosyalîst ava bikin.”   ‘Em 25’ê Mijdarê li Taksîm Tunelê ne’   Yildiz Gezîcî, balkişand ser êrîşên li ser dibistanan yên li Afyon, Riha û Mereşê, teqînên di farîqeya li Dîlovasi û doza Aysel Aydemîr ya li Îzmîrê û got: “Bi hevkariya dewlet-sermayê jin hedef tên girtin. Têkoşîna jinan sînor bezandine. Ber bi 25’ê Mijdarê em li taxan atolyeyên parastina cewherî pêk tînin. Em di 21’ê Mijdarê de saet di 18.30’an de li Kadikoyê ne û 25’ê  Mijdarê jî li Taksîm Tunelê ne. Em hemû kesî vexwendiyê wir dikin.”   ‘Qetilkirinên jinan gihişt bîlançoya şer’   Berdevka Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Leyla Can, da zanîn ku qetilkirinên jinan gihiştiye bîlançoya şer û wiha anî ziman: “Jin ewlehiya hev in. Desthilatdarî bi polîtîkayên sala malbatê jinan hepsê malê dike. Daraz bi bêcezahiştinê gumanbaran xelat dike û jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin jî hedef digire. Em wek Meclîsa Jinên Sosyalîst îsal bi dirûşmeya ‘Em li dijî tundiya mêr-dewletê bi têkoşîna xwe di ewlehiyê de ne’ wê li qadên 25’ê Mijdarê bin. Em ê li Taksîm Tunelê bên cem hev û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Têkoşîna esasa civaka demorkatîk’   Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gurbet Aydogan got li dijî destkeftiyên jinan êrîşek heye û wiha anî ziman: “Rojê 5 jin tên qetilkirin. Vê demê banga me dirûşmeya ‘Li dijî tundiyê parastina cewherî, civaka demokratîke’. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Ji ber vê têkoşîna jinê esasa civaka demokratîk e. Em bang li hemû jinan dikin ku 25’ê Mijdarê de li qadan li gel hev cih bigirin.”   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîcle Asî jî axivî û da zanîn ku wê li dijî tundiyê li kolanan bin û wê di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bi awayekî hîn xurtir bilind bikin.