Li dijî tundiyê bi atolyeyan hatin gel hev 2026-11-19 12:29:44   EDENE - Di atolyeyên ku li navçeyên Seyhan û Yuregir ên Adanayê bi beşdariya jinan hatin lidarxistin de, mijarên wekî kuştina jinan, parastina cewherî li hember tundiyê, pirsgirêka zimanê zikmakî û rola jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin nîqaşkirin.   Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser sal jin herî zêde di vê demê de çalakiyan li dar dixin, jinên li Adanayê di atolyeyên taxan de hatin cem hev ji bo ku têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş bikin. Ev atolye li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê, her wiha li taxên Anadolu û Guzel Cumhuriyet ên navçeya Yüreğirê pêk hatin.   Nîqaş li ser têkoşîna li dijî tundî û kuştina jinan, parastina cewherî, girîngiya zimanê zikmakî û rola jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bûn. Tundiya ku jin di her qada jiyanê de pê re rûbirû dimînin, têgeha parastina cewherî û rola jinan di pêvajoya aştiyê de, bûn mijarên sereke yên van atolyeyan.