Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê 2026-11-19 15:13:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.   Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Abdullah Ocalan re bikin.   Heyetê herî dawî 13'ê Îlonê serdana Îmraliyê kiribû. Têkildarî serdana nû ku wê piştî 62 rojî pêk were, dem û detayên wê nehate eşkerekirin