Ji bo girtiyan daxuyanî hat dayin 2026-11-19 15:30:06   SÊRT – Nûnertiya TUAY-DER'ê ya Sêrtê li hember paşxistina berdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan bertek nîşan da û got, "Li cihê ku jin azad nebin, aştî ne temam e. Aştî avakirina jiyanek e ku jin tê de bi azadî bijîn û mafên bingehîn ên mirovan werin garantîkirin."   Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Şaxê Sêrtê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li ber Rêxistina Bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê girtiyên jin ên nexweş ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de, ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û her wiha gelek jin beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Azadiya jinan avakirina civakek demokratîk e" hate hilgirtin.   Rêvebera navçeya navendî ya DEM Partiyê Zeynep Sahat Yildirim diyar kir ku şîdeta li ser jinan ne tenê bi şîdeta fîzîkî ya li malê, li kolanê an jî li cihê kar tê dîtin ve sînordar e û got, "Her cure zextê ku îrade, nasname, azadî û mafê jiyanê yê jinê hedef digire jî beşek ji şîdetê ye. Înkarkirina bikaranîna mafên bingehîn, astengkirina gihîştina dermankirinê û derengxistina berdanan jî cureyên vê zextê ne."   'Aştî avakirina jiyaneke ku jin tê de bi azadî bijîn e'   Zeynep Sahat Yildirim, tekez kir ku peyva aştî ne tenê bêdengkirina çekan an jî birêvebirina danûstandinên siyasî ye û got, "Aştî avakirina jiyaneke ku dayik dikarin bi zarokên xwe re dîsa werin cem hev, jin dikarin bi azadî bijîn û mafên bingehîn ên mirovan werin garantîkirin e. Ji ber vê yekê, bidawîanîna binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan, gihîştina dermankirinê ji bo girtiyên nexweş û berdana girtiyan, şertên girîng ên aştiya civakî ne."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana girtîgehan" û "Girtiyên nexweş rûmeta me ne" bi dawî bû.