Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan 2026-11-19 15:37:16   AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî tacîz û polîtîkayên bêcezakirinê yên li kampusan zêde dibin meş li dar xistin û daxuyanî dan.   Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî bûyerên tacîzê yên ku di demên dawî de li kampusan zêde bûne û polîtîkayên bêcezakirinê, bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Kampusa Ewle, Jina Azad” û “Jinên evîndarên azadiyê dê hişmendiya tacîzkar hilweşînin” meşek li dar xistin. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Fen-Edebiyatê hatin ba hev, heta pêşiya Fakulteya Perwerdeyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Jinên evîndarên azadiyê dê hişmendiya tacîzkar hilweşînin” vekirin.   Di meşê de dowîzên “Ji bo Rojînê edalet”, “Jin natirsin hesap dipirsin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Heta destê qirêj ji ser jinê ranebe aştî çênabe” hatin hilgirtin. Xwendekaran di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Gulîstan Doku serhildana me ye”, “Sena Duzgun serhildana me ye” û “Jinên ciwan dimeşin erd û ezman dihejin” berz kirin.   ‘Zanîngeh ji bo jinan ne ewle ne’   Piştî meşê xwendekar Emîne Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku hişmendiya serdest a mêr ketiye nav zanîngehan, kuştina Rojîn Kabaîş, Gulîstan Doku û Nursena Duzgun wekî mînak nîşan dan. Emîne Şahîn bal kişand ser bûyerên tacîzê yên li Fakulteya Diransaziyê, Fakulteya Hiqûqê û Fakulteya Ragihandinê û wiha got: “Ev bûyer nîşan didin ku jin li zanîngehan ne di ewlehiyê de ne. Êrîşên li ser laş û vîna jinan ên li Kurdistanê, encamên polîtîkayên şerê taybet in. Hawirdoreke ku bêdengî lê serdest e û kiryar tê de tên parastin, bingehekî ji bo tundiyê amade dike.”   ‘Divê zanîngeh werin ewlekirin’   Emîne Şahîn destnîşan kir ku ew ê bêewlekirina qadên xwendin û jiyana jinan qebûl nekin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê bûyerên tacîzê bi awayekî bêalî û vekirî werin lêpirsînkirin û kiryar werin teşhîrkirin. Statuya kiryaran çi dibe bila bibe divê hesabê bidin. Em ê li dijî van polîtîkayên ku dixwazin jinan biçewisînin bêdeng nemînin. Heta ku em zanîngehan ji bo jinan bikin qadên ewle, em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.