Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê hat vekirin 2026-11-19 15:48:12   AMED- Şaredariya Yenîşehirê Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê vekir.   Şaredariya Yenîşehîrê li gorî hewcedarî û pêşniyarên jinan Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê li Taxa Dîcleyê vekir. Navend dersên pilates û yogayê, kursên hunerên destan û atolyeyên dirûnê pêşkêş dike. Dayikên Aştiyê, aktivistên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên navçeyê, Komeleya Jinan a Rosa û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn.    Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di merasîma vekirinê de axivî û got, "Em ê hilberîn û xebata hevbeş bidomînin."   Piştre, aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demirel mafê axaftinê girt û got, "Em ê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta serdestiya mêr bidomînin."   Jinan qurdeleya vekirina navendê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" birî. Piştî vê yekê, ew ketin navendê û govend gerandin.    Cûrbecûr bernameyên perwerdehiyê dê werin pêşkêş kirin.   Navenda ku hate vekirin, armanc dike ku hevgirtina di navbera jinan de xurt bike û wan bi rêya hilberîna hevkar rolek çalaktir di jiyana civakî de bigire.