Civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi dawî bû 2026-11-20 18:17:53     NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo amadekariya konferansa 3’yemîn pêk hat bi dawî bû.   Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd îro, li Silêmanî civîneke mezin li dar xist. Nûner, kesayetên siyasî û çalakvanên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser pirsgirêkên jinan, pêşketinên siyasî yên dawî ku li herêmê diqewimin, xurtkirina eniya jinan a neteweyî û amadekariyên ji bo 3'yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd nîqaş hatin kirin. Tê pêşbînîkirin ku sibe encama civînê bi raya giştî re bê parvekirin.   * Mijara yekem: Nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora wan li ser maf û pêgeha jinan a bi armanca avakirina helwesteke neteweyî ya hevbeş.   * Mijara duyem: Nirxandina rexneyî ya kar û xebatên dema borî û sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo têkoşîna pêşerojê.   * Mijara sêyem: Danîna nexşerê û mekanîzmayên pratîkî yên amadekariyê ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a bi armanca nûbûna rêxistinî û yekxistina hêza jinan.