TJA'yê li Edeneyê hevdîtina 25 Mijdarê kir 2026-11-21 13:56:16   EDENE - Di hevdîtina jinan ku ji aliyê TJA'yê ve di çarçoveya çalakiyên  25ê Mijdarê de hatin hat kirin, beşdaran bal kişandin ser tundiya mêr û polîtîkayên bêcezahiştinê. Her wiha girîngiya beşdariya jinan wekî aktorên çalak û biryarder di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de nîqaş kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li taxên Belediye Evleri ya Ceyhanê û Küçük Dikili ya Seyhan ên Edeneyê  hevdîtina jinan li dar xist. Di bin dirûşma "Bi vîna azad niha dema jinan, beşdaran mijarên curbecur nîqaş kirin.     Kuştina jinan û pirsgirêka bêcezahiştinê   Di hevdîtinan de, şêwazên cûda, sedemên bingehîn û aliyên civakî yên tundiya li ser jinan hatin nirxandin. Beşdaran daneyên derbarê kuştina jinan de parvekirin  û bal kişandin ser polîtîkayên bêcezahiştinê, xebata mekanîzmayên parastinê û stratejiyên ji bo pêşîlêgirtina tundiyê. Destkeftiyên dîrokî û civakî yên ku bi saya têkoşîna berdewam a jinan li dijî tundiyê hatine bidestxistin jî di rojevê de cih girtin.     Rola jinan di avakirina aştiyê de   Di hevdîtinan de her wiha rola jinan di nava "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de jî hate nirxandin. Nîqaş li ser beşdariya jinan a wekî aktorên çalak û biryarder di pêvajoya aştiyê de, tevlêbûna wan a di siyaseteke demokratîk de û rola wan a di veguherîna civakî jî nircandina hatin kirin. Hate destnîşankirin ku pêwîst e jin di tevahiya pêvajoya aştiyê de xwedî deng û gotin bin.   Di dawiya hevdîtinê de, derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, parastina mafên jinan, pêşxistina destkeftiyên wan û xurtkirina têkoşîna rêxistinkirî di hemû qadên jiyana civakî de, pêşniyar hatin nîqaşkirin.