Li Dîlovasi atolyeya Jîneolojiyê hat lidarxistin 2026-11-21 20:02:06   KOCAELÎ - Bi pêşengiya TJA’yê li Dîlovasi atolyeya Jîneolojiyê pêk hat. Jinan di atolyeyê de tecrubeyên xwe parve kir û li ser têkoşîna jinan nîqaş meşandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA),li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê atolyeya Jîneolojiyê pêk anî.Atolye li avahiya DEM Partî ya Dîlovasi pêk hat. Dovîzên ‘jin jiyan azadî’ li salonê hatin daliqandin û gelek jin tevli atolyeyê bûn.   Di atolyeyê de jinan li ser dîroka têkoşîn û zanista Jîneolojiyê nîqaş meşand. Jinan tecrubeyên xwe parvekirin û tevli nîqaşan bûn.