Jinan ji bo 25’ê Mijdarê bang kirin 2026-11-21 20:03:36   STENBOL- Piştevaniya Mor û Pîrebokên Kampusê, li Kadikoyê daxuyanî dan û bang li hemû jinan kirin ku 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan.   Piştevaniya Mor û Pîrebokên Kampusê,  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Bahariye ya  Kadikoyê belavok belavkirin û piştre meşiyan Qada Khalkedon.Seranserê meşê de dirûşmeyên ‘ne edaleta mêr, em edaleta rast dixwazin’ berz kirin.   Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Ji Piştevaniya Mor Ece Demîr daxuyanî xwend.   Ece Demîr polîtîkayên desthilatdariyê rexne kir û da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo rejîma faşîst a dijminê jinê ava bike, li her derê tundiyê gûr dike û jiyana jin, zarok û sewalan bê ewle tê hiştin. Ece Demîr di daxuyaniyê de anî ziman ku butçe ji bo ewlehiya jiyana bihata xerckirin, qanûna 6284 pêk bihata û Peymana Stenbolê nehatiba feshkirin wê îro evqas jin nehatibana qetilkirin.   Ece Demîr di dawiya daxuyaniyê de got êrîşên li ser destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan didome û wiha bang kir: “Em li dijî tundiya mêr vê 25’ê Mijdarê jî li her derê serhildana xwe mezin dikin. Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê saet di 19.30’an de vexwendiyê Taksîm Tunelê dikin.”