Têkoşîna li Kobanê jiyana wê guhert 2026-11-22 09:03:03   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Emîne Gur diyar kir ku jiyana wê li Kobanê bi têkoşîna jinan guheriye û got: “Ev pêvajo bû sedema ku ji nû ve rabim ser piyan. Min şahidiya têkoşîna ji bo jiyanê kir. Min jî ji bo jiyan û jiyankirinê dest bi têkoşînê kir."   Emîne Kurd ku di temenê 12-13 salî de hat zewicandin di 16 salî de bû dayik. Emîne Gur bi salan li dijî zor û zehmetiyên aborî, zextên nav malbatê û şertên giran yên jiyanê têkoşîn meşand û di 2014’an de di pêvajya li Kobanê hat jiyîn de ji têkoşîn û îradeya ku jinan li xeta sînor nîşan da bi bandor bû. Emîne Gurk u ji piştevanî û têkoşîna azadiya jinan hêz girt, ji jinên li Rojava têkoşîn meşand îlham girt û jiyana xwe guhert.   Emîne Gur jiyana xwe ya ku ji têkoşîna jinan hêz girt û ji nû ve ava kir, nirxand.   ‘Me nikaribû em kirê bidin’   Emîne Gur destnîşan kir ku temenê 12-13 salî de bi zorê ji aliyê malbatê ve hatiye zewicandin û got: “16 salî bûm dayik. Piştî zewacê min têkoşînek jiyanê ya mezin da. Hevjînê min mirovekî zehmet bû. Temenê biçûk de li Dîlokê bicih bûm. Li ser erdê fisteqan dixebitîm. Min karê destan dikin. Lê rewşa aborî her çû xera bû. Me nikaribû em kirê bidin. Me biryar da em biçin Îskenderunê mala xezurê min. Bi çar zarokî em di yek odeyekê de jiyan. Lê em li wir jî nikaribûn bisekinin. Min piştre mala xwe anî Pirsûsê. Dema hatim Pirsûsê min biryara destjêberdanê da.”   ‘Pêvajoyê Kobanê jiyana min guhert’   Emîne Gur diyar kir ku di pêvajoya ku bûyerên Kobanê hatiye jiyîn dest ji mêrê pêre zewicandî berda û piştgirî daye pêvajoyê û wiha got: “Ez çûm partiyê, min got ez dixwazim bixebitim. Min dest bi xebatê kir. 9 mehan pêvajoya Kobanê de li xeta sînor di peywirê alikarî, komîsyonên taxê de xebitîm. Piştî pêvajoya Kobanê bi piştgiriya xwişka min min kargeriyek biçûk vekir. Îro belkî bi hezaran berhemên min hene, depo tijeye. Min karê xwe mezin kir. Ez ketim girtîgehê. Ev di jiyana min de nokteyek dîrokî bû. Dema ji girtîgehê derketim, mala min xaniyê min ji dest min çû. Zarokên min ji dibistanê veqetiya bûn. Jiyana min guherî bû. di vê pêvajoyê de min biryar da ku dest ji hevjînê xwe berdim.”   ‘Min şahidiya têkoşînê kir’   Emîne Gur anî ziman ku piştî partî nas kiriye, nasnameya xwe jî nas kiriye û wiha domand: “Jin dikarin her tiştî bikin. Min xwest ez biserkevim û ez biser ketim. Înşallah em ê tiştên hîn baştir biserxînin. Ez niha li 4 zarokên xwe dinêrim. Sê zarokên min diçin zanîngehê. Ez têkoşîna xwe didomînim. Ez dixwazim ji jinan re bibim mînak. Ez bang li jinan dikim netirsin, wêrek bin. Min her tim xwest ez karê xwe mezin bikim. Min şervanên jin dîtin. Min şahidiya têkoşîna wan kir. Min xwest ez jî ji bo jiyan û jiyankirinê têbikoşim. Dema min dest ji hevjînê xwe berda, malbatê bertek nîşanê min da. Gotin tu jinî nikaribî bixebitî. Tevî hemû zextan min têkoşîna xwe domand.”   ‘Dest ji têkoşîna jiyanê bernedin’   Emîne Gur da zanîn ku di gelek baskên kar de xebat meşandiye û wiha pê de çû: “Divê hemû jin têkoşîna azadiyê bidin û ji bo vê têbikoşin. Ez di kara nexşkirina zêr de jî dixebitim. Em xişir bi zêr nexş dikin. Min di sektora înşatê de jî xwe pêş xist. Ez kar û barê tadîlatê, boyaxê, raxistina zemîn, dekora hundir her tiştî dikim. Ez erseyan digirim, xanî çêdikim û difroşim. Ez galerîtiyê dikim. Wesayîtan digirim difroşim. Bi kurtasî ez her karî dikim. Ez vê bangê li jinan dikim, wêrek bin, netirsin, dema hûn bixwazin wê hûn her tiştî bikaribin bikin.”