Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-11-22 09:33:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 195'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Şîdeta Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevbeş a Jinan" hate weşandin.   Hejmara 195'emîn a Kovara Jinê, bi sernavê "Şîdeta Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevbeş a Jinan" derket. Jin di vê hejmarê de, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, behsa têkoşîna hevbeş a jinan, şîdeta mêran, bêcezatiyê û şêweyên şîdetê yên xuya û nedîtî dikin.   Gotarên ku di hejmara 25'ê Mijdarê ya Kovara Jinê de cih girtine ev in:   Avakirina Jiyaneke Demokratîk a Bi Têkoşîna Hevbeş a Jinan / Sebahat Tuncel   Ronahîkirina Xalên Kor / Fidan Ataselim   Epistemolojiya Şîdeta li dijî Jinan / Figen Aras   Tundûtûjiya Mêran a di Sedsala 21'ê de Çawa ye? / Rojda Yildiz   Siyaseta Rîzomatîk a Tundûtûjiyê / Salîha Aras