‘Ji ziman wêdetir divê zîhniyet biguhere’ 2026-11-23 09:02:44   ÎZMÎR - Rojnameger Nîl Kahramanoglu û Reyhan Hacioglu dan zanîn ku zimanê serdest yê mêr yê çapemeniya alîgir, gumanbarên ku jinan qetil dike diparêze û jiyan û têkoşîna jinan nabîne. Nîl Kahramanoglu û Reyhan Hacioglu got hewce bi nûçegîhaniya ku jinê esas digire û veguherîna zîhniyetê heye.   Zimanê ku çapemeniya alîgir bikar tîne tundiya li ser jinê ji nû ve diafirîne. Ji serê salê heta niha zimanê di nûçeyên qetilkirina jinan de hatiye bikaranîn, li alî gumanbaran e û tundiya mêr nayê dîtin. Mînak rojnameya Hurriyetê di nûçeya der barê qetilkirina Rojda Yakişikli de îfadeye ‘tu çawa pantolon li xwe dikî’ derxist manşetan û zimanekî ku jin hedef digire bikar anî. Her wiha di nûçeya der barê qetilkirina Canan Yildirim ya 12’ê Cotmehê de hat qetilkirin jî îfadeyên weke ‘îtîrafa bi xof’ hatin bikaranîn û aliyê polîtîk û civakî yên qetilkirinan li aliyekî hat hiştin.   Seroka Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Îzmîrê Nîl Kahramanoglu û rojnameger Reyhan Hacioglu beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de ji ajansa me re axivîn.   ‘Sedema herî mezin a afirandina tundiyê zimanê serdest e’   Nîl Kahramanoglu got bi sedan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û zimanê di çapemeniyê de rolek mezin dilîze û got: “Zimanê di çapemeniyê de zimanê serdet yê mêr e. Wek her qadê di çapemeniyê de jî mêr serdest in. Zimanê bikar tînin em dibînin ku çawa bandorê li nûçeyan dike. Ji cil û bergên jinan bigirin, heta saeta derketina derve, hezkirina mêr, tundiya tê kirin di zimanê nûçeyê de heye. Sedema herî mezin a tundiyê diafirîne, zimanê serdest yê mêr yê di çapemeniyê de tê bikaranînê ye. Sedem teşeyê dayîna nûçeyan e. Gumanbar ji hev pir tiştî fêr dibin.”   ‘Tirkiye ji bo jinan ne ewle ye’   Nîl Kahramanoglu anî ziman ku Komîsyona Jin û LGBT+ a  Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, ji bo şertên rojnamegrên jin baş bibin, pirsgirêkên wan çareser bibin xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “Em hewl didin bi rojnamegerên jin re bên cem hev. Em di mijara zimanê nûçeyê de perwerdehiyan didin. Divê ev jî bê zêdekirin. Divê ev perwerde ji lîse û zanîngehan bê destpêkirin. Pirsgirêkên ku rojnamegerên jin dijîn ji pirsgirêkên ku jinên di qadên din de dijîn cudatir nînin. Zîhniyeta serdest bandorê li ser çapemeniyê jî kiriye. Em êdî behsa civekeke ku ewlehiya jinê lê tuneye dikin. Tirkiye ji bo jinan ne welatekî ewle ye.”   ‘Nûçeyan em çê dikin lê mêr biryarê didin’   Nîl Kahramanoglu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê qanûnên jiyana jinan diparêzin bikevin jiyanê. Em girîngiya wekheviya zayenda civakî di qetilkirinên jinan û tundiya tê kirin de dibînin. Di navendên nûçeyan de jî jin wek edîtor, nûçegîhan kedek mezin didin. Lê mixabin jin di merciyên biryarê de tune ne. Di îtîrazkirinê de jî em wek ronamegerên jin pirsgirêkan dijîn. Yên nûçeyan çêdikin, yên kedê didin jin in, lê yên biryarê didin mêr in. Divê di merciyên biryarê de hejmara me zêde be.”   ‘Divê veguherîna civakî pêk bê’   Nîl Kahramanoglu da zanîn ku têkoşîna ji bo nûçegîhaniya ku jinan esas digire divê derkeve pêş û ev wê bandorê li hemû civakê bike û got: “Jin li her qada jiyanê têdikoşin. Her cureyê tundiyê lê tê kirin. Ya girîng tên qetilkirin. Jin dixwazin bijîn. Piştevanî û têkoşîna jinan pir xurt e. Ji bo têkoşîna jinan bê dîtin û destkeftiyên wan bên bîditin bêguman barê mezin dikeve ser çapemeniyê. Çareseriya pirsgirêkan a di çapemeniyê de wê gavek be. Ez hatina gel hev a jinan bi nirx dibînim. Divê veguherîna civakî jî pêk bê.”   ‘Em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin’   Nîl Kahramanoglu di dawiya axaftina xwe de li ser têkoşîna jinan sekinî û got wek her qadê jin di qada çapemeniyê de jî têdikoşin û wiha got: “Em her tim têkoşîna hebûnê didin. Jin di vê mijarê de xurt in.Tevî hemû zext û erîşan hatina gel hev a jinan girîng e. Em di 25’ê Midjarê de divê ji bo maf û jiyanên xwe li kolanan bin. Bang li hemû jinan dikim ku di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan.”   ‘Avakirina alternatîfa çapemeniyê tercîh e’   Reyhan Hacioglu got îro avakirina çapemeniya yek dengî encama civaka baviksalar e û got: “Em di civakek baviksalar de dijîn. Feraseta dewlet mêr serdest e. Rastiya AKP’ê ya 25 salan heye. Nêrîn û darazeke mêr ya tê xwestin heye û ev jî di çapemeniya yekdengî de xwe dide der. Em diçin 25’ê Midjarê. Di atmosfereke wisa de avakirina alternatîfê tercîh e.”   ‘Mirinên bi guman di tarîtiyê de tên hiştin’   Reyhan Hacioglu bi lêv kir ku qetilkirin û êrîşên li ser jinan wek mijareke hezaran salî tê pênasekirin û wiha dirêjî dayê: “Ev têkoşînek zayendê ye. Çapemenî di nokteyeke ku ji nedîtina jinan re xizmetê dike de ye. Nûçeyên der barê jinan de kêm tên dayîn. Lê bi saya têkoşîna jinan di salên dawî de bûyer zêdetir hatin dîtin. Mirinên biguman pir zêde bûne. Mirinên bi guman di tarîtiyê de tên hiştin. Pêvajoya darazê pêk nayê.  Bi vî awayî gumanbar jî di jiyana me de ne. Em bi pirsgirêkêk pergalî re rû bi rû ne. Çapemenî jî parçeyeke vê pirsgirêkê ye.”   ‘Girtin, binçavkirin û lêpirsîn’   Reyhan Hacioglu da zanîn ku rojnameger ji ber hestiyarî û nêzîkatiya li hember bûyeran bi astengiyan re tên rû hev û ev nirxandin kir: “Bêguman tenê di alî jinê de nirxandin wê kêm bimîne. Îro çapemenî di bin êrîşên cidî de ye. Binçavkirin, girtin, lêpirsîn. Lê bêguman yên herî zêde di bin zextê de ne jin in. Mînak pêvajoya rojanemeya Ozgur Gundemê Binevş hebû. Lê li hemû jinên ji Bînevşê re dinivîsin doz dihat vekirin.”   ‘Jiyaneke wekhev pêkan e’   Rehyan Hacioglu balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û da zanîn ku barê herî giran yê aştiyê jin hildigirin, wê demê mafê gotinê jî aydê jinan e. Reyhan Hacioglu wiha berdewam kir: “Hewce bi  nûçegîhaniya ku jinê esas digire û veguherîna zîhniyetê heye. Ev têkoşîn divê ji cihekî rast ve bê meşandin. Ne tenê jin, bi têkoşîna her du zayendan dikare jiyaneke ku mirov dikaribin ligel hev bijîn bê avakirin. Di vê pêvajoya em diçin 25’ê Mijdarê de divê jin xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”