Fîlîz Acu:Heta polîtîkayên bi bandor tune bin wê tablo jî neguhere 2026-11-23 09:05:10   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Fîlîz Acu da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê di salekê de nêzî 500-600 jin ji aliyê serdestiya mêr ve tên qetilkirin û wiha got: “Heta ku di mijara tundiya li ser jinan de polîtîkayên ku mafên jinan diparêzin nekevin jiyanê wê tablo jî neguhere.”   Qetilkirin, tundî û mirinên bi guman yên jinan her diçin zêde dibin û li gorî çeteyala tundiyê ya ajansa me îsal di meha çileyê de 12 jin hatin qetilkirin 12 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane, di meha sibatê de 24 jin hatine qetilkirin 21 mirinên bi guman, di Adarê de 29 jin hatine qetilkirin û 22 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Nîsanê de 25 jin hatine qetiklirin û 15 mirinê bi guman, di meha gulanê de 16 jin hatine qetilkirin û 25 mirinên bi guman di meha Hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin û 14 mirinên bi guman hatine jiyîn. Di meha Tîrmehê de 25 jin hatine qetilkirin 27 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane, di meha Tebaxê de 22 jin hatine qetilkirin 19 mirinên bi guman, di meha Îlonê de 27 jin hatine qetiklirin û 10 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha cotmehê de jî 19 jin hatine qetilkirin û 18 mirinên bi guman hatin jiyîn. Sedema herî mezin a qetilkirin û tundiya li ser jinan polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Jin li dijî  van polîtîkayana dest ji têkoşînê bernadin û ber bi 25’ê Mijdarê ve li her derê çalakiyan pêk tînin.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fîlîz Acu der barê qetilkirinên jinan yên her diçin zêde dibin de axivî.   ‘Salê 500-600 jin tên qetilkirin’   Fîlîz Acu got ber bi 25’ê Mijdarê ve bi dirûşmeya ‘Bi îradeya hêza xweser û îradeya azad niha dema jinê ye’ xebatên xwe dimeşînin û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê salê 500-600 jin tên qetilkirin. Di dîrokê de tu carê tundî ewqas sîstematîk nehatiye meşandin. Mekanîzmayên mafê jinan neparêzin nekevin jiyanê wê tablo jî neguhere. Wisa xuyaye ku tablo wê hîn bêtir giran be. Ji 2020’î heta niha têgeha ‘mirinên bi guman yên jinan’ ava bûye. Em dizanin ku ev mirinên bi guman ji aliyê desthilatdarî û serdestiya mêr ve tên kirin. Ev bûyer ne munferît in.”   Polîtîkaya bêcezahiştinê   Fîlîz Acu wiha dirêjî dayê: “Em li dîrokê dinêrin qetilkirinên jinan wek pergaleke ku serdestiya mêr ava kiriye û pirsgirêkek sosyolojîk e. Li Rojhilata Navîn hîna jin teslîmê bav, hevjîn û zarok tên kirin. Jin wek kes naye dîtin. Jin wek hebûn nayên dîtin. Polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê mezin dikin û newekhevî sedema herî esas a van sûcan e. Heta ku gumanbar bên xelatkirin wê pêşî li van qetilkirin û tundiyê neyê girtin. Divê di mirinên bi guman de jî lêpirsîn bi zelalî bê meşandin.”