Li Êlihê ji bo girtiyan kartên piştevaniyê hatin amadekirin 2026-11-23 21:08:30   ÊLIH – Meclîsên Jinan ên Ked û Demokrasiyê yên Êlihê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê nivîsandin û ji bo meşa şevê pankart amade kirin.   Meclîsên Jinan ên Ked û Demokrasiyê yên Êlihê, wekî beşek ji çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan , li Êlihê çalakiyek li dar xistin. Jin li navenda Sendîkaya Karkerên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) hatin cem hev û ji bo jinên ku niha di girtîgehan de ne, kartên piştevaniyê nivîsandin.   Her wiha jinan ji bo meşa şevê ya ku tê plankirin di 25’ê Mijdarê de pêk were, pankart amade kirin.