ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-24 09:00:00   * Jin di bin siya şîdeta mêran, kuştina jinan, polîtîkayên bêcezatiyê û newekheviyên ku ew di her aliyê jiyanê de pê re rû bi rû dimînin de 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Jinên ku me li Stenbol, Êlih û Wanê bi wan re axivîn, serpêhatiyên xwe yên şîdet, bêewlehî û têkoşînê parve kirin, banga hevgirtinê kirin. DÎMEN HEYE    * Girtiya siyasî Zerrîn Yilmaz ku li Girtîgeha Sincanê tê girtin, diyar kir ku şer hemû cureyên tundiyê vedişêre û got: "Derfeteke aştiyê heye. Divê jin xwe civakî bikin û saziyên xwe mayînde bikin. Civakeke ku xwe nû, azad û demokratîk bike,  hêza bingehîn e ku li pişt hemû daxwaz û destkeftiyan e."