Bi milyonan jin bi tundiyê re rûbirû ne 2026-11-24 12:37:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji gorî rapora UN Women, pergalên dadweriyê yên cîhanê di çareserkirina rewşa bi milyonan jin û zarokên keç ên dibin hedefên tundiyê, lawaz in û destnîşan kir ku piranî ji ber nebûna edaletê dudil in alîkariyê bigerin an jî bi fermî ragihînin.   Tundiya li dijî jinan ku krîzek cîhanî ya mafên mirovan e ku her roj bandorê li bi milyonan jin û zarokên keç dike, didome. Ev tundiya ku bi awayê fîzîkî, psîkolojîk û aborî xwe dide der, astengiyek li pêşiya pêşkeftina domdar çêdike û ji bo xurtkirina parastina yasayî pêwîstî bi hewldanên navneteweyî yên zêdetir heye.   Ji sêyan yekê jin û zarokên keç rastî her cûrê tundiyê tên   Roja 23’ê Mijdarê, Ofîsa Jina a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ragihand ku 840 milyon jin û zarokên keç, nêzî ji sêyan yek jin, di demeke jiyana xwe de rastî tundiya fizîkî yan zayendî, an jî herduyan hatine.   Rêvebera Giştî ya Ofîsa Jina a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) Sîma Samî Bahous, diyar kir ku gelek pergalên dadweriyê li çar aliyê cîhanê ji bo jin û zarokên keç ên ku rastî tundiyê hatine, ne têrker in. Sîma got ku gelek doz nayên ragihandin, darizandin asteng dibin û biryarên dadgehê nayên bicîhanîn. Sîma Samî Bahous da zanîn ku dema jin û zarokên keç neghîjin edaletê an jî dema yasa wan naparêzin, edalet nikare bê bicîhanîn. Ji ber vê, divê hewl bên dayîn ku pergalên dadweriyê berpirsiyariyên xwe yên bingehîn bicîh bînin, ên mane sax biparêzin, parastina mafên wan bikin û hesabê ji sûcdaran bi pirsin.   Jinên tundiyê radigihînin rûbirûyî xeteriya windakirina zarokên xwe dibin   Rayedarên NY’ê destnîşan kirin ku ji bo gelek jinan bêdengî ne hilbijartinek e, encama xetereyên ku dema dengê xwe bilind bikin rastî tên e. Jinên ku destdirêjiyê radigihînin, rûbirûyî xetereya windakirina mal, zarok û çavkaniyên dahata xwe ne. Rapora mijara gotinê hemwext bi 25’ê Midarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya Ser Jinan hat weşandin. Temaya îsal wek ‘Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç bibin yek: Edaletê pêk bînin, yên sax biparêzin û dawî li bêcezatiyê bînin’ bû.