Ji Înîsiyatîfa Hurmet ji bo Miriyan derbarê şikefta Farqînê daxuyanî 2026-11-24 13:45:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Hurmet ji bo Miriyan di daxuyaniya ku têkildarî hestiyên li şikefta li Farqînê hate dîtin de diyar kir ku mafê xizmên windayan heye ku bighîjin heqîqetê û divê sûc bên lêpirsînkirin.   Înîsiyatîfa Hurmet ji bo Miriyan têkildarî hestiyên li şikefta sê qatî ya li navçeya Farqînê ya Amedê daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de hate gotin, hestiyên ku dîmenê wan ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hate kişandin dibe ku yên mirovên bi zorê hatibin revandin û qetilkirin be û xwest, ev îhtimal teqez bê lêkolîn.   Her wiha hate bibîrxistin ku li Farqînê û derdora wê di salên 1990'î de gelek mirov bi zorê hatin revandin, bi rengekî bê daraz hatin kuştin û hate ragihandin ku hîn nayê zanîn bê hestiyên hatine dîtin ê kê ne, kengî mirine û ji ber çi mirin e. Ji ber vê jî banga lêpirsîneke serbixwe û bi bandor hate kirin.   Înîsiyatîfê bi bîr xist ku li pişt her hestiyekî jiyana mirovekî, nasnameya mirovekî û xizmên wan hene ku li benda agahiyê ne.