Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin 2026-11-24 16:17:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama lêgerînê ya li Girzerik, Geliyê Hecî û gundê Kersê yên Şengalê de sê gor hatin dîtin.   Di gora li Girzerik de cenazeyê kesekê ku nasnameya wî nayê zanîn, li gora Geliyê Hecî yê nêzî gundê kersê de jî cenaze hatin dîtin.   Ji bo kolandin û diyarkirina nasnameyên kesên di her sê goran de, saziya Tiba Edlî ya Iraqê hatiye Şengalê. Hîn lêgerîn berdewam dike.   Di 31’ê Cotmehê de jî welatiyan li nêzî gundê  Girzerîk yê bajarokê Tilizêr gorek dîtin. Di nava gorê de cil û hestî hatin dîtin. Li gorî agahiyan, di nava cilan de nasnameya Ahmed Hisên Şemo hatibû dîtin.   Li gorî rapora Saziya Şehîdan a Iraqê, heta niha 90 gorên komî yên li Şengalê hatine vekirin, karê kontrol û tomarkirina 85 ji wan temam bûye. Bi van her çar gorên komî re hêjmara gorên komî yên li Şengalê dibe 94.