Şadiye Manap: Mirateya 27'ê Mijdarê dê bi pêşengiya jinan bijî 2026-11-27 12:23:12   Derya Ren    RIHA - Aktîvîsta TJA'yê  Şadiye Manap, di salvegera 48'emîn a damezrandina PKK'ê de, bal kişand ser girîngiya 27'ê Mijdarê û diyar kir ku erka sereke ya tevgera jinan, pêkanîna azadiya jinan di nava jiyana civakî de ye. Şadiye Manap got: "Zindîhiştina ruhê 27'ê Mijdarê, avakirina 'Civakeke Aştixwaz û Demokratîk' e."   Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27'ê Mijdara 1978'an de, li gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê, ji aliyê komek ciwan ve bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hate damezrandin. PKK ji destpêka damezrandina xwe ve, hem li ser Kurdan û hem jî li ser gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bandoreke kûr çêkir û bû hêzeke pêşeng ji bo guhertin û veguherînê. Dibe ku mînaka herî berbiçav a vê guhertinê, têkoşîna ji bo azadiya jinan be. Ev têkoşîn bû sedema avakirina pêkhateyeke leşkerî ya xweser a jinan û damezrandina saziyên serbixwe yên jinan. Bi saya têkoşîna PKK'ê, hebûna Kurdan gihîştiye asteke wiha ku êdî li tu dera cîhanê nayê înkarkirin. Her wiha, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga avakirina "Civakeke Aştixwaz û Demokratîk" kir ku ev yek di rastiyê de deriyê serdemeke nû vedike.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap, derbarê salvegera damezrandina PKK'ê û nirxên ku afirandine û têkoşîna jinan a ku ji vê pêvajoyê derketiye holê nirxandin kir.   Atmosfera ku PKK derxist hole   Şdiye Manap bal kişand ser Atmosfera ku PKK derxıst holê û got: "Di ser sala 1991'ê re sî û pênc sal derbas bûn. Di rojeke  wiha de li hev kombûn, ji bo nirxandin û nîqaşkirina 27'ê Mijdarê, ji bo min xwedî wateyeke kûr e. Ji bo min, ev mijar pîroz e, hestyar e û xwedî girîngiyeke mezin e. 27'ê Mijdarê hêjayî wê yekê ye ku bi kûrahî û baldarî bê lêkolînkirin. Wekî gel û bi rastî, wekî hemû civakên cihêreng ên li Tirkiyeyê, her wiha tevgera azadiya jinan, em gihîştine qonaxeke ku êdî em dikarin encamên damezrandina vê tevgera pêncî salî bibînin. Me çi bi dest xist? Me çi ava kir? Çi teşe girt û çi gihîşt encamê? Îro divê ev tevger ber bi çi ve biçe an veguhere û pêkan e ku bibe çi? Bersivdayîna rast a van pirsan di vê kêliyê de gelekî girîng e; ji bo serkeftina pêşerojê û pêvajoya ku berdewam dike, ev yek bi temamî pêwîst e. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku her peyveke ku li ser vê mijarê tê gotin, xwedî taybetmendiyeke pîroz e."   'Ev serdemek bû ku bi komkujiyan Kurdistan kiribû çar parçe'    Şadiye Manap bal kişand ser rastiya PKK'ê, tevlibûna xwe ya nava vê rêxistinê û wiha berdewam kir: "Piştî tevlîbûna tevgerê, demekê li Rojava mam. Li Helebê, mîn perwerde dida ciwanan. Ez tam nizanim çima, lê gotineke taybet bandoreke kûr li ser min hişt û di bîra min de ma. Min derbarê dîroka tevgerê de perwerde dida û rastiya PKK’ê vedigot. Her gava ku min dest bi perwerdeyê dikir, min digot pel jî nedihejî Ev tevger li welatekî hat avakirin ku li wir pel jî nedihejiyan. Li cihekî ku gotina peyvekê jî bi navê nasnameya Kurdî ne pêkan bû. Rastiya li Tirkiyeyê çawa bû? Ev çîrokeke dirêj e; mijarek ewqas berfireh e ku dikare bibe mijara pirtûk, fîlm, sînema û gelek perwerdeyan. Ew serdemek bû ku bi komkujiyan, û Kurdistan kîrîbû çar perçeyan, qedexekirina navê 'Kurdistan' ê, bi taybetî li Baku  û qedexekirina nasnameya Kurdî bi xwe. Dema ez di pola duyem de bûm, mamosteyê me em yek bi yek radikirin ser piyan û dipirsî, 'Gelo hûn Kurdî dizanin?' Min digot, erê, dizanim. Mamoste li min dinêrî û digot, 'Ferq nake; em dîsa jî we wekî Tirk dibînin.' Jîngeheke wiha bûcihekî ku nasnameya Kurdî bi temamî dihat înkarkirin. Ez behsa demeke hêj kevntir dikim. Ew dema ku mamosteyê min ew pirs ji min kik. Wekî ku Rêber Ocalan carekê gotibû, 'Dema ku min dî guhê mirovan got Kurdistan kolonî ye, ez ji hiş çûm hişê min çû.' Çima ji hiş çû? Ji ber ku têgeha Kurdistanê bi xwe giraniyeke gelek mezin û giran dihewand. Axaftina li ser her tiştekî bi navê Kurdistanê, rûbirûbûna rastiyeke zehf giran bû. Kesên ku xwe wekî neteweperwer an welatparêz didan nasîn, qet navê Kurdistanê bi kar nedianîn. Rastî ev bû kurdayetî tunebû jî ber ku derbarê kurdayetiyê de axaftin ne pêkan bû."   Tova ji bo vejînê kok girtiye'   Şadiye Manap da zanîn ku tova ji bo vejînê kok girtiye û wiha dewam kir:"Dema ku em civakekê dinirxînin, ew civak xwedî çandek e. Ew bi zimanê xwe diaxive, bi zimanê xwe aboriya xwe dimeşîne, bi zimanê xwe diçe bazarê û bi zimanê xwe siyasetê dike. Na, em Kurd ji van hemûyan bêpar man. Em ji van hemûyan bêpar man. Bi gelemperî, dewlet ji civakê re dibêje, 'Rêxistin a min e û civak ne tiştek e'. Ango, ew dibêje, 'Ez çi me, ew e'. Dewleta neteweyî van civakan asîmîle dike. 27'ê Mijdarê wekî vejînekê tê bîra mirovan. Çima wekî vejînek tê bîra mirovan? Mînak, dema ku em van rojan dinirxîne, Rêber dibêje,'Me tovek di axê de çand.' Dema ku Rêber sînor derbas kir, ew dibêje, 'Tov kok girt'."    'Partiyê civak bi rêxistin kir'   Şadiye Manap bal bir ser aliyê rêxistinbûyinê û civakê û wiha pê de çû:"Çima ev tevger, ku wekî Partî tê zanîn, ewqas navdar û naskirî ye? Li Kurdistanê heta tevgereke karker a bi rêkûpêk rêxistinkirî jî tune bû. Bi bandora çanda sedsalên 19 û 20'î ango çanda Marksîst û çîna karker ew wekî Partiya Karkerên Kurdistanê hate naskirin. Lê Partî ji bo Kurdan her tişt bû. Çima her tişt? Partiyê civak bi rêxistin kir, civak parast, ziman parast û li ser navê nasnameya Kurdî axivî. Ji ber vê yekê Partî ji bo Kurdan bû her tişt. Ji ber vê yekê, vejîn jî bi vê wateyê heye."   'Divê em nasnameya xwe ya Kurdbûnê biparêzin'   Şadiye Manap bi lêv kir ku zilmeke mezin li kurdan hatiye kirin û wiha got:"Dixwazim bi parvekirina bîranînek ku min di derbarê jinan de heye dest pê bikim. Ez di sala 1991'ê de tevlî tevgerê bûm. Ez her tim difikirîm. Pirsgirêka me ya neteweyî jixwe mijarek pir girîng bû. Heta di pola duyemîn de jî, min hîs dikir ku Kurd cuda ne. Dema ku mamosteyê min got, 'Em hîn jî wekî Tirk têne hesibandin' ez fikirîm û min got 'Ji ber vê yekê Kurdbûn tiştek xirab e gelo?'. Dema ku min fêm kir ku Kurdbûn ne tiştekî xirab e, min got, 'Ger wisa be û em zilmek wusa mezin dibînin, wê hingê divê em nasnameya xwe ya Kurdbûnê biparêzin.'"    'Çanda Rêber ji Marksîzmê cudatir bû'   Şadiye Manap bal bir ser nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir:"Nêzîkatiya Rêber ne tenê bi damezrandina tevgera jinan û dû re jî pêşxistina îdeolojiya rizgariya jinan ve sînordar bû. Her çend çanda Marksîst bandor li gavên destpêkê yên nêzîkatiya Rêber a ji bo wekheviya zayendî kir jî, çanda Rêber her gav ji Marksîzmê pêşketîtir û cudatir bû. Mînak, divê ez vê jî bibêjim: cudatiya vê tevgerê ev e ku ew tevgereke Rêbertiyê ya rastîn e. Di sed salên dawî de, gelek tevgerên Marksîst, gelek tevgerên neteweyî derketine holê. Gelek tevger jî bi navê Kurdan, bi navê komunîzm, anarşîzm û Maoîzmê derketine holê. Niha, ma van tevgeran jî têgeha xwe ya wekheviya zayendî tune bû? Hebû. Lê di tu yek ji van tevgeran de tevgera rizgariya jinan pêş neket. Çima? Ev rewş di destpêkê de bi karakterê Rêber ve girêdayî ye."   'Jinên Kurd xwedî potansiyela azadiyê ne'   Şadiye Manap bal bir ser têkoşîna jinên Kurd û wiha dewam kir:"Jinên Kurd xwedî potansiyela azadiyê ne ji ber ku ew du qat bindest in. Her çend ew di kokên xwe de şopên taybetmendiyên xwedawendî hildigirin jî, ew ji ber vê du qat bindestiyê zextê hîn dijwartir hîs dikin. Potansiyela wan a têkoşîna şoreşgerî jî xurttir e. Vê rastiyê di tevgera jinan de rolek lîstiye. Lêbelê, tiştê ku bi rastî di tevgera jinan de rolek dilîze karakterê Rêber û nêzîkatiya wî ya ji jinan re ye. Rêber ji ezmûnên herî dijwar encamên çêtirîn derxistiye."    'Bi rastî, PKK partiyek jinan e'   Şadiye Manap bal bir ser hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:"Tiştê ku min di nav tevgerê de dît, nêzîkatiya Rêbertî û rizgariya jinan bû. Mînak, Rêbertî her tiştî rexne dikir, ji meşên me bigire heya nêzîkatiya me ya ji xwe û dengê me. Wî digot, 'Çima dengê te wek jinekê qels e? Ji ber ku tu azad nînî. Tu ji dengê xwe bawer nakî. Dengê te kêm e.' Ez bawer dikim ku her hevala jin a ku beşdarî vê tevgerê bûye û bi taybetî jî yên ku bi Rêbertî re mane, ev yek jiyane. Ev hemû di serî de bi têkiliya me bi Rêbertî re di nav vê tevgerê de pêş ketine. Bi rastî, rizgariya jinan jî bi vê tevgerê re pêş ketiye. Berî ku tevgera jinan were damezrandin, berî sala 1999'an, Rêbertî li ser vê tevgerê got, 'Bi rastî, PKK partiyek jinan e.' Ev xet xeta rizgariya jinan e. Rêbertî wê demê wiha pênase kir. Ez vê yekê li ser bîranîna xwe jî bibêjim: Piştî ku ez tevlî tevgerê bûm, min 27'ê Mijdarê ya yekem bi Rêbertî re pîroz kir. Em li Şamê bûn. Rêbertî got, 'Îro 27'ê Mijdarê ye, werin em bi hev re şîvê bixwin.' Ji ber vê yekê me xwarin bi heman lênêrîn û baldariyê amade kir. Em herdu jî bi heyecan û ciwan bûn û hinekî jî şermok bûn. Me nizanibû çawa tevbigerin. Em hatin aliyê Rêber. Em li heman maseyê rûniştin. Rêber ji wan pirsî ka ew çawa tevlî bûne, ji ku tevlî bûne, dayikên wan li ku ne. Ya ku ji bo me girîng bû ev bû ku em ê çawa beşdar bibin û hebûna vê tevgerê ji bo azadiya jinan çi wateyê dide. Ew bi me re li ser vê yekê axivî."   Zehmetiyên ku hatin kêşandin   Aktîvîsta TJA'yê Şadiye Manap, di axaftina xwe de wiha behsa şahîdiya xwe ya demê kir: "Bi rastî ez dikarim li ser vê mijarê vî tiştî bibêjim; bêguman em hemû zehmetiyan dikişînin, lê ez bi şens bûm. Ji ber ku tevlîbûna min rasterast ber bi qada Rêbertiyê ve bû. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku hevalên jin ên tevlî qada Rêbertiyê bûn, xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs kirin, zûtir ferq ji hêza xwe kirin û zêdetir li pey azadiya xwe ketin. Yanî Rêbertiyê ev zemîn bi zêdeyî ava dikir. Lê belê em di du mijaran de rastî zehmetiyan dihatin. Ya yekem, hemû hevalên mêr ên ciwan ji bo azadiyê tevlî bûbûn lê azadî û wekheviya jinê hezm nedikirin. Carinan zehmetiyên bi vî rengî diqewimîn. Lê wekî min got, ji ber ku em li qada Rêbertiyê bûn, ev parastinê bi awayekî bawerî dida me. Ya duyem, piştî demekê min ferq kir ku astengî bi rastî di hundirê me de ye. Yanî her çend Rêbertiyê di mijara azadiya jinê de evqas derfet afirandibin jî, koletiya di hundirê min de, qereqolên di hundirê min de, bêbaweriya bi xwe, nedîtina xwe wekî pêşeng û li gel ku ez hatibûm vir û ketibûm nava têkoşînê jî, bawernekirina bi ramanên xwe. Bi rastî ev li gorî min bûn zehmetiyên herî giran."   Jina polîtîk li ku derê disekine?    Şadiye Manap, daxuyand ku li pêşiya hemû jinan têkoşîneke mezin hebû û heye jî û wiha bi lêv kir: "Ez ketim nava gel, min di nava gel de xebatên rêxistinî meşandin û piştre hatim girtin. Di dirêjahiya van hemû salan de, heta ku me ji îdareya girtîgehê re da fêmkirin ku em jin mirovên polîtîk in, me gelek zehmetî kişandin. Yanî îdareyê dixwest bi çavê jina kevneşopî, bi çavê jina li kolanê li me binêre. Di salên pêşîn de hin leşkeran dixwestin wekî ku li hin meseleyan gotinan bavêjin jinan, gotinan bavêjin me. Ev hemû bi têkoşînê hatin derbaskirin. Yanî jina polîtîk li ku derê disekine? Nasnameya polîtîk a jinê helwesteke çawa ye? Bi demê re bi rastî rêveberiya girtîgehê jî, yên di zindanê de jî, leşker jî û polîs jî ev cudahî fêm kirin. Nasnameya me ya zayendî ji bo yên li derveyî me her tim bû mijara êrîşê û tiştên bi vî rengî qewimîn. Ev zehmetî çêbûn. Dema em li mal bûn dê û bavê me digotin 'Hûn jin in, heke hûn bên girtin wê çawa be? Hûn jin in, heke hûn herin çiyê wê çawa be?' Her yek ji van bi serê xwe têkoşîn xwest. Dibe ku mêrek jî dema tevlî têkoşînê bibe zehmetiyê bikişîne. Lê belê jinek van zehmetiyan du qat, sê qat dijî. Her çend xêza Rêbertiyê û îdeolojiya wê rê li ber vê vekiribe jî, hevrêyên jin ji hilgirtina barê giran bigire heta çûyîna çalakiyan, li hemberî fermandaran û civakê têkoşîn dan.  Yanî hevalan ji bo çûyîna nobedê ya li ser gir têkoşîn kirin, ji bo çûyîna çalakiyê têkoşîn kirin, ji bo bûyîna pêşeng têkoşîn kirin, ji bo xebata di nava gel de têkoşîn kirin, ji bo ku pûşiyê nedin serê xwe têkoşîn kirin.   Hevrêyên jin ji wê rojê heta îro têkoşînê dikin. Ez nikarim bibêjim ku ev têkoşîn qediyaye. Bêguman tevgera jinê bû hêzek, otorîteyeke tevgera jinê heye. Lê belê têkoşîna jinê hîn jî didome û divê bidome jî. Ji ber ku civak nehatiye guherandin. Yanî dema tevgera jinê û partiya jinê hatin avakirin, Rêbertiyê got ku civakek ji nişka ve ava nabe û divê pêşengtiyeke çawa hebe. Vêga tevgera jinê hîn di asta pêşengtiyê de ye. Bêguman bandoreke wê ya civakî heye. Lê belê em nikarin bibêjin ku me civak ava kiriye, me hemû jin azad kirine. Heke wisa bûya her roj jin nedihatin qetilkirin, her roj jin rastî şîdetê nedihatin. Ji ber vê yekê jî li pêşiya me hîn têkoşîneke mezin heye."   'Tevgera azadiya jinê çima evqas bi bandor bû?'   Şadiye Manap, da zanîn ku deema jinên kurd beşdarî têkoşîna azadiyê bû bandorê li jinên cîhanê kir û got: "Bi ya min ji Amerîkaya Latîn bigire heta Fîlîpînan bandoreke vê ya pir mezin çêbû. Li vir hem têkoşîna azadiya jinê ya li Rojava, hem pêşketina jineolojiyê û hem jî pêşketina îdeolojiya rizgariya jinê roleke pir mezin lîst. Yanî mirov bi awayekî tevlîhev/tevahî li mijarê binêre wê vê pirsê bike: Tevgera azadiya jinê çima evqas bi bandor bû? Bi ya min divê bi vê tevahîbûna xwe bandoreke hîn berfirehtir jî biafirîne. Tevger ne tenê fikrek e, fikra wê heye. Ne tenê îdeolojiyek e, îdeolojiya wê heye. Ne tenê felsefeyek e, felsefeya wê heye. Ne tenê rêxistinek e, rêxistina wê heye. Ne tenê xweparastinek e, xweparastina wê heye. Ne tenê rêxistinbûneke civakî ye, civakîbûna wê heye. Ev hemû tên çi wateyê? Tevlîhev e/tevahî ye. Yanî tevgera azadiya jinê azadiya civakê jî digire nava xwe. Azadiya jinê civakê jî dike armanc. Dema em li vê sedsalê difikirin, di demekê de ku modernîteya kapîtalîst krîza xwe ya herî kûr a avahîsaziyê dijî, nakokiyên herî kûr ên mirovahiyê jî tên jiyîn. Nakokiya herî kûr, herî kevn û ya herî destpêkê ya serdestî û bindestiyê ya mirovahiyê, nakokiya zayendî ye. Nakokiya serweriyê ya di navbera jin û mêr de ye. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya jinê îro çareserkirina nakokiya yekem a mirovahiyê dike armanc. Yanî îdîaya wê jî ev e, rola wê ya dîrokî jî ev e. Ji aliyê çareseriya mijara serdestî û bindestiyê ve, nakokiyên ku mirovahî di roja me de dijî jî bi vî rengî ne."   'Vejîn temam bû, dor li rizgariyê ye, dor li azadiyê ye'   Aktîvîsta TJA'yê Şadiye Manap, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de me hevdîtinên ku ketin raya giştî hinekî li ser çapemeniyê şopandin û got: "Gotinên ku Rêbertî anîn ziman pir bala min kişandin. Rêbertî ji bo Kurdan ev tişt got: 'Kurdan êdî di asteke ku neyê înkarkirin de hebûna xwe îspat kiriye. Ne Kurd êdî dikarin xwe înkar bikin û ne jî kesekî din dikare înkar bike.' Lê belê Kurd mîna biharê ne. Êdî dor hatiye pêkanîna vê yekê. Ew dirûşm heye 'Vejîn temam bû, dor li rizgariyê ye, dor li azadiyê ye.' Ji bo Kurdan wisa ye. Baş e em wekî jin di kîjan qonaxê de ne? Dema Rêbertî dîl hat girtin û anîn Tirkiyeyê, hîn di serî de ji jinên di zindanê de re name şand. Nameya Rêbertî hat cihê ku ez lê bûm jî. Mirov di wê nameyê de êşa Rêbertî bi zêdeyî hîs dikir. Sedemên vê êşê pir bûn lê du sedemên wê yên bingehîn hebûn. Ya yekem, gelê Kurd hîn azad nebûbû û eger ev têkoşîn nîvco bima ev ê bibûya êşeke mezin.   Ya duyem, Rêbertî ji bo rizgariya jinê got 'Projeya min a nîvcomayî'. Rêbertî ev yek bi awayekî pir bi êş anî ziman. Bi rastî me wekî hevrêyên jin ev gotina Rêbertî ji xwe re kir esas. Tevgera jinê jî ev gotin kir esas û xwe kir muxatabê vê yekê. Tevî hemû kêmasiyan jî ez bawer dikim ku heta îro ev têkoşîn bi vî rengî berdewam kiriye. Niha di vê hevdîtinê de Rêbertî nirxandinek kir: 'Projeya min temam bû, divê hûn vê pêk bînin' Projeya Rêbertî bi felsefeya xwe, îdeolojiya xwe, pergala xwe ya rêxistinî, hêza xwe ya xweparastinê, çand û estetîka xwe gelekî pêşketî ye. Hêza vê projeyê heta asteke girîng ji aliyê jinan, civakê û mirovahiyê ve hatiye dîtin û naskirin. Lê belê divê ev yek bi awayekî civakî pêk bê. Bi ya min eger em behsa girtina goşt û hestî bikin, heta asteke girîng bi goşt û hestî bûye. Lê belê ev goşt û hestî hîn bi têra xwe wateyeke civakî bi dest nexistiye."   'Bi avakirina komînên demokratîk bi ser kevin'   Şadiye Manap, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina rûhê azadiyê: "Bi goşt û hestîbûna xêza azadiya jinê jî wê bibe gavek û pêşketineke girîng. Çavên şehîdên me bi rastî li ser me ne. Bi vê wesîleyê ez vê yekê jî bibêjim: damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê ev ruh afirand. Ev ruh wê her berdewam bike. PKK’ê têkoşînek da, yanî PKK’ê Kurdîtî bi awayekî ku kes nikaribe înkar bike îspat kir. PKK’ê ev rola xwe lîst. Lê belê PKK ji bo azadiya mirovahiyê û hebûna azadiya jinê ruhek e. Xêza jinê jî bi vî ruhî berdewam dike. Ez dibêjim ku ruhê vê tevgerê di şexsê xêza azadiya jinê de, di tevgera jinê de jî dijî. Eger em vê ava bikin em ê şehîdên xwe bidin jiyîn. Em ê Sakîneyan, Besêyan, Gurbetelliyan û Xaniman jî di vê xêzê de bidin jiyîn. Ji ber ku ew jî êdî dizanin ku em ê wate, îdeolojî û felsefeya ku wan afirandiye ji xwe re bikin esas û jiyaneke çawa ava bikin. Wekî min got, eger em wekî jin bi têra xwe fêm bikin ku wê azadiya jinê dubendiya vê sedsalê çareser bike, pirsgirêkên bingehîn ên civakî wê bi azadiya jinê, bi azadbûna jin û mêr a bi hev re û bi azadbûna mêr a bi vê yekê re çareser bibin."   Aktîvîsta TJA'yê Şadiye Manap wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger em wekî jin ferq ji nakokiyên ku di vê sedsalê de tên jiyîn bikin, divê em bibînin ku van nakokiyan ji bo azadiya jinê jî zemînek afirandiye. Pirsgirêkên civakî bi azadiya jinê ve girêdayî ne. Heta jin azad nebe civak nikare azad bibe. Eger pirsgirêka azadiya jinê çareser bibe wê pirsgirêka Kurd jî û pirsgirêkên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn jî çareser bibin. Divê em wekî jin vê yekê fêm bikin. Ez bawer dikim ku eger em rola pêşengtiyê bilîzin em ê bi ser bikevin. Bi vê wesîleyê ez dibêjim bila 27’ê Mijdarê di serî de li jinan, li Rêbertiyê, li hemû şehîdan, li civakê û li hemû mirovahiyê pîroz be. Dayîna jiyîn a ruhê 27’ê Mijdarê, avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e."