Konferansa YCK-Kurd dest pê kir 2026-11-27 12:26:32   RIHA - YCK-Kurd konferansa xwe ya herêmî li dar dixe.   Yekîtiya Civakên Ciwanên Komunaslît Kurd konferansa xwe ya herêmî li Rihayê li dar dixe. Gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans li Hola Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê pêk tê.   Li salona konferansê pankartên bi nivîsên “Li welatên ku roj lê hiltê em ji bo aştiyê diqîrin”, “Jinên ciwan ên komunalîst li dijî zîhniyeta kujer xwe birêxistin dikin”, “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi serbikevin” û “Li zanîngehên komînal bi rihê ciwantiyê dema serketinê ye” hatin daliqandin.    Konferansê bi gerandina govendê dest pê kir.