Ewropa piştgirî da kampanyaya TAJÊ 2026-11-27 14:49:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên jinên Îtalî piştgirî dan pêngava TAJÊ ya ji bo azadkirina jinên Êzîdî yên di bin destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin û pêkanîna edaletê.    Piştî naskirina fermî ya jenosîda li dijî civaka Êzîdî ji aliyê 19 welatan ve, hîn jî tu gavên pratîkî ji bo dîtina çarenûsa jin û zarokên dîlgirtî, lêgerîna kesên windayî û pêkanîna edaletê nehatine avêtin. Di vê çarçoveyê de, sazî û dezgehên jinên Îtalî piştgirî dan pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ).   Jinên Îtalî di destpêka peyama xwe de bal kişandin ser helwesta bêhest û bêxem a hikûmeta Îtalyayê û gotin: “Ev demeke girînge ku em bala hemû jin û mêran dikişînin ser vê ku hikûmeta me li hember vê mijarê bêhest û bêxeme.”   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Îtalya jî di nav 19 welatên ku komkujiya li dijî civaka Êzîdî bi awayekî fermî nas kirine de cih digire, lê tevî vê naskirinê, ji bo çareserkirina encamên jenosîdê û pêkanîna edaletê tu gavên bingehîn nehatine avêtin. Ew balê dikişînin ser vê yekê ku naskirina fermi, bê pêkanîna berpirsiyariyan nikare bibe bersiva daxwazên qurbaniyan.   Jinên Îtalî bang li hikûmeta welatê xwe kirin ku ji soz û biryarên bê encam derbasî kiryarê bibe. Her wiha tekez kirin ku tevî bang û hewldanên gelek komele û çalakvanan, di nav wan de Komeleya “Verso il Kurdistan” a bajarê Alessandria, hîn jî tu encameke berbiçav derneketiye holê   Yek ji mijarên sereke yên ku di daxuyaniya jinên Îtalî de hat xuyakirin, daxwaza TAJÊ ya ji bo naskirina çarenûsa jinên Êzîdî wek qurbanî û rizgarbûyên jenosîdê ye. Jinên Îtalî destnîşan kirin ku piştî vegera xwe ji rêwîtiya sala 2023’yan, ev daxwazê gihandine Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Îtalyayê û gotin: “Parlamentera Îtalyayê Laura Boldrini jî amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina vê daxwazê nîşan dabû. Lê tevî vê hewldanê, heta niha ti encamek fermî derneketiye holê.   Pêngava TAJÊ di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi navê ‘Ji bo edalet û azadiyê, tu jî bibe dengê jinên dîlgirtiye fermanê’ tê meşandin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) li Almanyayê û gelek rêxistinên din ên jinên Êzîdî vê kampanyayê, 12 sal piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, destpê kirine.   Armanca sereke ya kampanyayê ewe ku dengê jinên hîn di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ye were bihîstin, çarenûsa wan bê zelalkirin û civaka navneteweyî ji bêdengiyê derkeve.   Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, DAIŞ’ê êrişeke qirkirinê li dijî civaka Êzîdî li Şengalê pêk anî. Di encama vê êrişê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin, keç û zarok hatin revandin, dîlgirtin û kolekirin û gelek jin rastî tundiya cinsî hatin. Her wiha deh hezaran kes neçar man ku mal û warên xwe bihêlin. Armanca vê êrişê tunekirina hebûna civaka Êzîdî bû û jinên Êzîdî bi taybetî bûn hedefa sûcên hovane.   Di çarçoveya kampanyayê de, bi dehan peyam ji dewlet, sazî û kesayetiyên navneteweyî re hatine şandin. Di nav wan de peyamên taybet ji bo hikûmeta Iraqê û 19 welatên ku jenosîda li dijî civaka Êzîdî nas kirine jî hene.   Peyamên kampanyayê balê dikişînin ser vê yekê ku nêzî 6 hezar Êzîdî di dema êrişên DAIŞ’ê de hatine revandin û dîlgirtin. Çarenûsa nêzî 3 hezar kesan, bi taybetî jin û zarokan, heta niha ne diyare û ew hîn jî di nav kesên windayî de tên hesibandin.   Ji ber vê yekê, kampanyayê daxwaz kiriye ku komîteyeke taybet were avakirin da ku karê lêgerîn û rizgarkirina kesên dîl hatine girtin were birêvebirin, nasnameya kesên windayî bê diyarkirin û kesên berpirsiyarê sûcên DAIŞ’ê bên darizandin.   Naskirina jenosîdê ne tenê helwesteke siyasî û exlaqî ye, lê berpirsiyariyên hiqûqî û mirovî jî bi xwe re tîne. Parastina mafên qurbaniyan, lêgerîna kesên windayî, rizgarkirina kesên dîl hatine girtin û darizandina sûcdaran di nav van berpirsiyariyan de cih digirin.   Kampanyayê tekez kiriye ku azadbûna kesên dîl hatine girtin mafê wane û malbatên kesên windayî mafê wan heye ku rastiya çarenûsa xizmên xwe bizanibin. Ji ber vê yekê, dewlet, sazî û kesayetiyên berpirsiyar divê gavên şenber bavêjin û bi daxuyaniyên siyasî ve sînordar nemînin.   Yek ji mijarên din ên girîng di kampanyayê de çarenûsa jinên Êzîdî yên ku di Kampa Holê de bûne. Piştî êrişên di navbera mehên Çile û Sibatê yên vê salê de, kampê hat girtin. Li gorî agahiyên gihîştine kampanyayê, hejmareke girîng ji jinên dîl hatine girtin di hundirê vê kampê de bûn. Ji ber metirsiya gef û êrişan, nasnameya wan nedikarî bi awayekî eşkere were ragihandin.   Tevî girtina kampê, çarenûsa van jinan hîn jî ne diyare û agahiyên zelal li ser cihê wan tune ne. Ev rewş jî pêdiviya lêkolîneke navneteweyî û gavên lezgîn ji bo dîtin û rizgarkirina wan zêdetir dike.”