Meclisa jinan a PYD'ê civîna xwe ya du salan li dar xist 2026-11-28 16:24:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê meclisa jinan a PYD'ê civîna xwe ya du salan li dar xist û xebatên xwe yên rêxistinî nirxand.   Civîna du salan a meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Em ê bi rêxistinkirine û têkoşîna jinan Sûriya demokratîk ava bikin" li avahiya PYD'ê ya Hesekê hat birêxistinkirin. Nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzer û çalakvanên jin tev li civînê bûn.   Di destpêka civînê de berdevka meclisê Horiya Şemdîn axivî û got: "Di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê û herêmê guhertin çêdibin û divê em bikarin desketiyên Şoreşa Rojava biparêzin. Her wiha weke meclisa jinan ji me tê xwestin ku em xwe hîn zêdetir birêxistin bikin."   Di berdewamiya civîna du salan de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endama PYD/ê Zehra Elî ve hat xwendin. Piştre rapora du salan (2025-2026) a xebatên meclisa jinan ji aliyê endama PYD/ê Huda Mihemed ve hat xwendin.   Di raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û civakî hat nirxandin. Balkişandin ser qeyran û krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û bandora wê li ser rewşa jinan.   Her wiha di raporê de hat gotin ku hikûmeta veguhêz hebûna jinan paşguh dike û divê hemû jin li hember vê polîtîkayê tê bikoşe. Piştî raporê nirxandin û nêrîn ji aliyê beşdarên civînê ve hat pêşkêşkirin.   Piştî nirxandin bi dawî bûn rêveberiya nû hat hilbijartin. Her wiha ji bo meclisa giştî ya PYD'ê û meclisa jinan du endam hat hilbijartin.   Di dawiyê de bi giştî 18 endamên meclisê û rêveber sond xwar.