‘Deriyê zîndanan vekin û girtiyên nexweş berdin’ 2026-11-28 16:48:34   ENQERE - Çalakiya ji bo girtiyên nexweş di roja 12an de didome. Dayika girtiyê nexweş Botan Karsu, Vahibe Karsu ku di çalakiyê de axivî û bi lêv kir ku kurê wê tevî nexweşiyên giran jî nayê berdan û xwest girtiyên nexweş bên berdan.   Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina mafê tenduristiyê, li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 12an de didomînin.   Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girsê li ber Wezareta Dadê kom û bû û piştrê bi daxuyaniyeke dest bi çalakiyê kirin.    Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin” hat vekirin   Di çalakiya îro de daxuyanî ji hêla dayika girtiyê nexweş Botan Karsu Vahibe Karsu ve hat xwendin. Dayik Vahîbe Karsu dazanîn ku wê bi kurê xwe re li ser telefonê axiviye û wiha got: “Ji çalakiyê re silavên xwe şandin. Em jî naxwazin êdî di zindanan de girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Bila Wezareta Dadê dengê me bibihîse û hemû girtiyên nexweş berdin.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû. Çalakî sibe dê li ber Wezareta Dadê bidome.