Li Şengalê pencereya ji nav kavilan ber bi rabirdûyê ve vedibe 2026-11-29 09:03:14   Rojda Aydin   ŞENGAL – Tevî ku 12 sal di ser fermana 74’an re derbas bûne, li Şengalê hîn jî şopên wêranikirinê nehatine jêbirin. Avahiyên ku li Sûka Kevin a ku berê jiyan lê didomiya niha tenê kavilên wan mane ku şahidiya jiyanên nîvco mayî dikin. Dema ku ji pencereya avahiyeke hilweşiyayî îro lê tê nêrtin, êşa rabirdûyê û têkoşîna gelekî ya ji bo avakirina jiyaneke nû di heman çarçoveyê de tên cem hev.          Şengala ku dîroka wê digihîje serdemên antîk, ji ber ku bi sedsalan li ser rêyên bazirganî û karwaniyê bûye navendeke girîng a niştecihbûnê ye. Sûka Kevin jî ku yek ji beşên girîng ên tevna dîrokî ya bajêr e, di rabirdûyê de ligel xebatên bazirganiyê yek ji navendên jiyana civakî bûye. Bazara ku wekî Sûka Kevin tê zanîn, qada  dan û sitandinê ya bajêr bûye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi êrişa DAÎŞ’ê re ev navenda dîrokî jî hat wêrankirin. Kavilên ku îro ji wê wêraniyê li ser piyan mane, ne tenê şahidiya avahiyên wêrankirî dikin, di heman demê de şahidiya jiyana civakî  ya ku nîcomayî hatiye hiştinê jî dikin..     Avahiyên ku veguherîne kavilan   12 sal di ser fermana 74’an a ku li dijî civaka Êzidî pêk hat re derbas bûn. Tevî ku dmek dirêj di ser vê fermanê re deras bûye jî şopên fermanê li kolan, mal û bîra civakî ya Şengalê hebûna xwe diparêzin. Sûka Kevin a ku li navenda Şengalê ye jî yek ji wan cihan e ku ev şop hîn jî lê tên dîtinê. Li kolanên ku berê jiyan û bazirganî lê didomiya, îro avahiyên hilweşiyayî, cihên wêranbûyî û şopên ku ji rabirdûyê mane hene. Dema ku ji pencereya avahiyeke ku li nav kavilan li ser piyan maye li hember tê nihêrtin, mirov ne tenê hilweşînê, lê jiyaneke nîvco hatiye hiştin jî dibîne. Ev pencere tiştên 12 sal berê qewimîne ber bi îro ve vedike.       Di nav kavilan de şopên jiyanê   Dem ku mirov li kolanên Sûka Kevin dimeşe, mimkun e ku mirov bi dîmenên ku tevî 12 salên di ser fermanê re derbas bûne jî neguherîne re rû bi rû bimîne. Avahiyên ku dîwarên wan hilweşiyane, cihên parçekirî, pencere û deriyên ku li hin deveran karibûne li ser piyan bimînin... Her yek ji wan mîna şahidên bêdeng ên jiyana ku berê li vir hebûye ne. Li van kolanên ku berê mirovan danûstandin dikir, li hev rast dihatin û qelebalixiya jiyana rojane parve dikirin, îro şopên wêraniyê hîn jî nehatine jêbirin.    Dema ku ji pencereya avahiyeke hilweşiyayî li hember tê nihêrtin jî dîmen wateyeke din bi dest dixe. Çarçoveya pencereyê kavilên li hember mîna wêneyek digire nav xwe. Lê di vî wêneyî de ne tenê perçeyên kevir û betonê hene. Di heman demê de şopên êrîş, koçberî, windahî û jiyanên nîvco hiştî yên civakekê jî cih digirin. Ji aliyekî pencereyê ve li rabirdûyê û ji aliyê din ve li îro nihêrtin mimkun e. Ev qadên ku berê jiyan li wan didomiya, îro nîşan didin ku tiştên qewimîne nehatine jibîrkirin û şopên wêraniyê yên li ser cih û waran hîn jî hebûna xwe diparêzin.     Şopên fermanê di bîranînan de dijîn   Fermana 74’an a ku bi êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê dest pê kir, di dîroka civaka Êzidî de bû sedema şikestineke kûr. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin, bi hezaran kes neçar man ku axa lê dijiyan biterikînin. Li Şengalê mal, perestgeh û qadên jiyanê hatin wêrankirin. Di 12 salên ku di ser fermanê re derbas bûn de, her çiqas beşek ji gel dîsa vegeriyabe ser axa xwe û hewl bide jiyana xwe ava bike jî şopên ku êrîşan hiştine hîn jî nehatine jêbirin.   Kavilên li Sûka Kevin jî şopên vê dîrokê yên ku li cih û waran hatine kolandin hildigirin. Her çiqas sal bi ser re derbas bûbûn jî, hin avahî hîn jî giraniya tiştên qewimîne hildigirin. Îro dema ku li van kolanan tê gerandin, her kavileke ku tê dîtin ne tenê wekî beşeke êrîşeke ku di rabirdûyê de qewimiye, di heman demê de wekî beşeke jiyanê ya ku li benda ji nû ve avakirinê ye derdikeve pêşberî me.     Di nav kavilan de jiyanek nû    Li Şengalê têkoşîna ji nû ve avakirina jiyanê ya ku piştî fermanê dest pê kir, tevî hemû zehmetiyan jî berdewam dike. Civaka Êzidî piştî êşa giran ku jiya, bi xwedîderketina li ax, çand û baweriya xwe hewl dide jiyana xwe ji nû ve vehûne. Lê ji nû ve avakirin tenê bi tamîrkirina avahiyên hilweşiyayî sînordar nîne. Tê dîtin ku mirovên winda, malbatên parçekirî, jiyanên nîvcomayî û bîra civakî jî beşek ji vê pêvajoyê ne.   Li Sûka Kevin dema ku ji pencereya avahiyekê li derve tê nihêrtin, wêneya ku derdikeve pêşberî mirov, bi bîr dixe ku tevî 12 salên ku di ser fermana 74’an re derbas bûne çima hîn jî pêwîst e bê vegotin. Ji ber ku hin tişt bi demê re ji holê ranabin; li ser dîwaran, kolanan û di bîranînan de dijîn. Li Şengalê ew pencere hîn jî li rabirdûyê dinêre. Lê di heman demê de şahidiya têkoşîna jiyanê ya ku gelekî tevî hemû tiştên qewimîne jî didomîne dike.