Zimanxaneyê di kongereya xwe de sertîfakayên xwendekarên xwe da 2026-11-29 19:28:47   STENBOL- Zimanxaneyê li Sultanbeyliyê ya Stenbolê  Yekemîn kongreya xwe li dar xist û ji bo hevserokatiya komeleyê Hulya Darak û Halis Yakût hatin hilbijartin.   Zimanxaneyê kongreya xwe ya yekem li Salona Dawetan a Beyaz Koşkê ya li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê li dar xist. Li salonê pankartên “Her dem bi Kurdî li her derê bi Kurdî”, “Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye” hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl gelek welatî bi cil û bergên gelêrî, beşdarî konreyê bûn. Di kongreyê de li ber stranan govend hat gerandin.   Moderatoriya dîwana kongreyê ji aliyê yek ji mamosteyên Kurdî yên Zimanxaneyê Hejar Erkan Ozdaş ve hat kirin. Piştre Fîncan Akman û parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û destnîşan kirin ku hebûna saziyên ziman ên bi vî rengî gelekî biqîmet e. Piştî gerandina govendê 30 xwendekarên ku li Zimanxaneyê fêrî ziman bûn, ji aliyê nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Kurd ve sertîfakayên wan hatin dayîn. Navên Hevserok û endamên rêveberiya berê yên Zimanxaneyê wiha ne: Hulya Darak, Aslan Demîr, Rojan Aydin, Mehmet Ayyilmazdir, Osman Baymaz, Ercan Dogru, Gulçîn Kaya, Selamî Şahîn, Haci Erbek, Haci Bekir Kirici, Saît Karakuş û Eyup Demîrcî.   Rêveberiya nû wiha ne; Hevserok: Hulya Darak û Halis Yakût. Endamên Lijneya Rêveberiyê: Rojan Aydin, Eyup Demîrcî, Bîrcan Akdag, Mehmet Bulut, Îrem Yilmaz, Osman Baymaz, Munasîp Cîngoz, Mehmet Ayyilmazdir, Dîlek Aksoy, Nacî Çinarkaya, Dildar Bahar Uluk, Caner Yildirim, Bîrsen Baş, Yarkin Baltaş, Hawa Çelebî, Haci Erbek, Nergîz Rengîn, Ozlem Aslan, Hacer Ozvariş û Sureyya Atiş.   Hevserokên nû yên ku di kongreya Zimanxaneyê de hatin hilbijartin, diyar kirin ku zimanê Kurdî nasname û hebûn e û ji bo gelê Kurd gelekî girîng e.   Kongre bi gerandina govendan bi dawî bû.