Li hemberî îlankirina 'fetih' a HTŞ'ê bertek: Li ser navê ol zilm tê kirin
- 11:14 24 Çile 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Rêvebera MIA-FED'ê Nazîme Avras, bertek nîşanî hewldana HTŞ'ê ya ku li hemberî Rojava wekî "fetih" bi nav kir, da û got: "Li ser navê olê zilm tê kirin. Kurd li dijî zilmê şer dikin. Ger wan tiştên ku Quran û Pêxember gotine bi awayekî rast bi kar bînin, ev şer çênabin."
Êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên ku di 6'ê Çile de li Helebê dest pê kirin, li Rojava jî berdewam dikin. Li Rojava li dijî van êrîşan berxwedanek mezin tê dayîn, lê li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Kurdistanê, çalakiyên hevgirtinê têne lidarxistin.
Nazîme Avras, endama rêveberiya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED), li ser êrîşên ku bi navê ol têne kirin û rastiya ku çeteyên HTŞ'ê di belavokek ku ji aliyê Wezareta Karûbarên Olî û Weqfan ve ji xutbevanên mizgeftan re hatiye şandin de, êrîşên li ser Rojava wekî "fetih" bi nav kirine, şîrove kir.
'Îxanetê dikin'
Nazime Avras, diyar kir ku gelê Kurd ne alîgirê şer e lê neçar e ku li hember êrîşan parastina xwe bike û got ku ol ji eslê xwe hatiye veqetandin û ji bo zilmê hatiye bikaranîn û got: "Ew kesên ku xwe wekî olperest bi nav dikin, ew kesên ku komeleyan ava dikin, ew kesên ku terîqetên olî ava dikin, ol ji holê rakirine. Esasê olê Peymana Medîneyê ye. Wan Îslam ji eslê xwe qut kirine. Ola mirovahiyê, wekî ku ji hêla Pêxember Muhammed ve hatiye eşkerekirin, ji me re dibêje ku divê her kes bi nasnameya xwe bijî. Xwedê nasnameya me ya Kurd daye me, û navê axa ku em lê dijîn Kurdistan e. Lê gava em li dora xwe dinêrin, hemî dewlet ji Kurdan re nerehet in. Çima ew ji me re nerehet in? Em her carê bi wan re li ser maseyê rûdinin, lê ew xiyanetê dikin."
'Zîhniyeta wê demê DAIŞ'a îroyîn afirand'
Nazîme Avras tekez kir ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk da destpêkirin, lê tevî vê pêvajoyê jî, Kurd di bin navê ol de ji bo tinekirinê tên hedefgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wijdan bawerî ye; heke wijdanê te hebe, bawerî jî heye. Heke wijdanê te tune be, heta ku tu 24 saetan dua bikî jî, ev nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan pêşbînîker bû ka dê çi bibe û çareserî çi ne û wî çareserî pêşkêşî dewletê kir. Ev ji bo dewletê fersendek bû. Lê dewletê ev şer da destpêkirin. Ahmet Şara û Hakan Fîdan piyon in. Zîhniyeta dewletê bi salan e neguheriye. Ji ber vê yekê ew çûn û tevlî çeteyan bûn. Ew çeteyên bi taybetî perwerdekirî bikar tînin da ku êrîşî Kurdan bikin û wan tune bikin. Divê hemû dewlet ji nemirovahîya Kurdan şerm bikin. Çi bikin bila bikin, ew xwe rehet hîs nakin. Di salên 90'î de, wan em avêtin bîrên asîdê, me bi kelepçeyên berazan girêdan, gund hatin şewitandin, gelo wê demê DAIŞ hebû? DAIŞ tune bû. Zîhniyeta wê demê DAIŞ'a îroyîn afirand."
'Ol tê berovajîkirin'
Nazîme Avras, da zanîn ku komkujiyên ku ji hêla DAIŞ û HTŞ'ê ve têne kirin, berovajîkirina olê ye û wiha bi lêv kir: "Gotina ''Allahu Ekber' tê wateya 'Ez di bin fermana Xwedê de me.' Ew jinan dikujin dema ku qîr dikin 'Allahu Ekber.' Ger Pêxember Muhammed sax bûya, wê ji ber tiştên ku dikin ceza bikira. Ger Pêxember Muhammed sax bûya, wê li kêleka Kurdan şer bikira. Ji ber ku Kurd ji bo parastina axa xwe şer dikin. Her çend ev êrîş li dijî Tirkan hatibe kirin jî, ez ê li dijî wê derkevim. Ji ber ku Îslam ne durû ye. Zarokên Kurd tên kuştin û kes dengê xwe dernaxe. Ger em taştê bin, ew şîv in; ger ew bêdeng bimînin, dora wan wê were. Divê yên ku îdîa dikin ku Misilman in, durû nebin. Yên li Filistînê û yên li Rojava mirov in. Ger şerê li Rojava nesekine, êdî kes ewle nabe."
'Îlankirina fethê'
Nazîme Avras, destnîşan kir ku Wezareta Karûbarên Olî û Weqfên Sûriyeyê ji melayên mizgeftan re nivîsek şand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nivîsê de êrişên li hemberî kurdan wekî 'fetih' bi nav kir. Talîmat da ku Sûreya Enfal li dijî gelê Kurd bê xwendin. Sûreya Enfal tê wateya şerê li dijî zilm e. Em ne zalim in, ji ber vê yekê çima divê ew li hemberî me were xwendin? Divê em Sûreya Enfal bixwînin. Kurd li dijî zilmê şer dikin. Ew olê berovajî dikin. Ger wan tiştên ku Quran û Pêxember gotine bi awayekî rast bi kar bînin, ev şer çênabûn. Lê îro ew gelê Kurd wekî xenîmetên şer dibînin, wan kuştina me, talankirina malên me û destdirêjiyê ji xwe re helal dibînin. Bila her kes bizanibe ku hêza gelê Kurd qet bi dawî nabe, qet winda nabe."
'Em ê ji bo rastiya Îslamê bixebitin'
Nazîme Avras wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Şamê hewl dan Mazlum Abdî bixapînin, lê Mazlum Abdî, zarokekî Kurd, got ku ew ê destkeftiyên gelê xwe bernede. Bi sedan jinên Kurd li ber xwe didin. Bese, Zarîfe, Zîlan, Berîtan îro li ber xwe didin. Em şer naxwazin, lê ew teslîmbûnê li ser me ferz dikin, û em teslîmbûnê qebûl nakin. Seyit Riza, Bese, Zarîfe, Şex Saîd teslîm nebûn. Di dîroka Kurdan de teslîmbûn tune. Bila her kesê xwedî wijdan, her kesê ku olperest e, li dijî van êrîşan raweste. Ez bang li siyasetmedarên Kurd dikim; werin em yekîtiya Kurdan biafirînin. Yekîtî dê me ber bi serkeftinê ve bibe. Parastina Rojava parastina dîroka Kurdistanê ye. Wek federasyon, em ê li deriyê her kesê ku di warê ol de di derbarê pêvajo û rastiya Îslamê de dixebite, bixin."







