Li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan

  • 11:20 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah, ragihand ku li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di demeke êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê didomin de, Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah ragihand ku li Kobanê ya di dorpêçê de 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hediye Abdullah, got: “Ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê, li navenda bajêr 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.” 
 
Hemû rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin; ceyran, av û derman ji bajar re naçin. Li gel dorpêç, nebûna sotemenî û kêmbûna dermanan, her wiha berfa bariyayî jî şert û mercên jiyanê yên gel pir giran kiriye.