Ji ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo Rojava meş
- 21:53 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re, meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku hedefa êrîşan ew e ku di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilat û Sûriyê de fitne û aloziyan derxin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb, gelê herêma Ereb a Şengalê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê xwişk-biratiya gelan, em bi berxwedana Rojava re ne’ meşeke girseyî li dar xist.
Meşa gelê Ereb ji ser rêya gundê Xelef destpê kir. Meşa ku civaka Ereb ji gundên sînorî yên Şengalê beşdarî bûn, bi dirûşmeyên ji bo berxwedana Rojava heta Seytereya Gundê Barê dewam kir. Piştre li ser navê ciwanên Ereb daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de piştgiriya gelê Ereb ji bo berxwedana Rojava hate ragihandin.
‘Dixwazin navbera gelan de fitneyê derbixin’
Di daxuyaniya ku ji aliyê ciwanê Ereb Emîr Sayîr ve hate dayîn de wiha hat gotin: “Em wek Însiyatîfa Ciwanên Ereb li Şengalê, wan êrîşên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve li Rojava li dijî gelê me têne kirin bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş bi taybetî jin, ciwan û zarokan dikin hedef, mînakên herî diyar ên vê hovîtiyê li herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Dêr Hafer û piştre li herêmên rojhilatê Firatê hatin dîtin. Armanca bingehîn a van êrîşan çandina tovên fitne û aloziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dixwazin şerekî mezhebî û nîjadperestî di navbera pêkhateyên herêmê de (Kurd, Ereb, Suryan û yên din) derxin. Bi hinceta hebûna hêzên leşkerî yên girêdayî QSD’ê, gelê sivîl dikin qurbanî. Ev şerê ku ji aliyê komên terorîst, Tirkiye û DAIŞ’ê ve tê meşandin, armanca wê pêkanîna komkujiyan e li dijî xwişk û birayên me yên Kurd, mîna komkujiya Helebceyê.
‘Em li cem gelê Rojava ne’
Li ser vê bingehê, em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin da ku van qirkirin û êrîşên terorîstî yên li ser gelê herêmê rawestînin. Em wek Ciwanên Ereb ên Şengalê, em ê her dem û her gav li kêleka gelê xwe yê li Rojava bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî Rêber Apo’’ bidawî bû.







