Rojnameger Xezne Celal: Li aliyekî êrîş li aliyê din berxwedan
- 09:52 26 Çile 2026
- Rojane
RIHA -Rojnameger Xezne Celal, bal kişand ser êrîşên li ser gundên Kobanî û binpêkirina peymana 15 rojî ya agirbetê ji roja yekem ve û got, "Kobanî di 26'ê Çileya 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Îro jî bangek heye ku bi heman awayî were parastin û li hember êrîşan berxwedan were kirin."
Li gel ku çeteyên HTŞ'ê êrîşên xwe yên li ser Rojava didomînin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 24'ê Çileyê de ragihand ku agirbest ji bo 15 rojên din hatiye dirêjkirin. Lêbelê, êrîşên li ser Kobanî ji roja yekem a ragihandina agirbestê ve berdewam dikin. Ev êrîş bi giranî li gundên Şexler, Çelebî, Zerik, Xeta Sor û Qasniye ne.
Rojnameger Xezne Celal rewşa dawî ya li herêmê parve kir. Xeznê Celan destnîşan kir ku êrîşên li ser Kobanî pêvajoyek dijwar e, lê tevî zehmetiyan jî berxwedanek mezin heye. Xezne Celal got, "Şeva borî QSD'ê ragihand agirbesteke nû hatiye ragihandin Lêbelê, em, wekî gel û rojnamevanên ku li vir dijîn, tu hêviya me ji agirbestê nîne. Ji ber ku tevî agirbestê jî êrîş berdewam dikin. Ji ber vê yekê, gel seferberiya xwe didomîne. Rewşa li Kobanî niha xirab e. Ji dema ku êrîş dest pê kirine, ceryan, av û înternet hatine qutkirin. Gel tu ji bo pêdiviyên xwe dabin bike tu rêyê nabîne. Ji derdora Kobanî gelek kesî koçî Kobenî kiriye û kesên koçber zahmetiyên mezin dijîn."
Zarokekî jiyana xwe ji dest da, çar kes birîndar bûn.
Xezen Celal diyar kir ku tevî peymana agirbestê jî êrîş li ser gundên Kobanî hatine kirin û got, "Êrîş li ser gundên Şexler, Zerik û Çelebiyê yên di nav sînorên Rojava de hatin kirin. Şervanên YPG-YPJ'ê bersiv dan van êrîşan. Çeteyan derbeyek mezin xwarin. Peymanek 15 rojî hat îmzekirin. Lêbelê, îro, çeteyên HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin êrîşî Kobanî û gundên wê kirin. Êrîş li ser gundên Şexler, Zerik û Çelebiyê yên di nav sînorên Rojava de hatin kirin. Şervanên YPG-YPJ'ê bersiv dan van êrîşan. Çeteyan derbeyek mezin xwarin. Li gundê Çelebiyê gelek wesayîtên şer ên çeteyan hatin îmhakirin. Li gundê Şexler gelek endamên HTŞ'ê hatin kuştin. Li gundê Xeta Sor şerekî dijwar berdewam dike. Şerê di navbera YPG-YPJ û komên paramîlîter ên HTŞ'ê yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin berdewam dike. Di encama êrîşên HTŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê de ku berê êvarê li gundê Qasniye yê Kobanê kirin, zarokek hat qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn."
'Divê Kobanî bi heman ruhî were parastin'
Xezne Celal, tekez kir ku îro di heman demê de salvegera rizgarkirina Kobanî ji çeteyên DAIŞ'ê ye û ev bang kir: "Kobanî di 26'ê Çileya 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Lê îro dîsa di heman rojê de êrîş tên kirin. Ji ber vê yekê, çawa ku gelê Kurd di salên 2014-2015'an de parastina Kobanî kir, îro jî bangek ji bo heman cure parastin û berxwedanê heye. Gelê Kobanî pêşî bang li gelê Kurd dike, paşê jî bang li tevahiya cîhanê dike. Her kes deyndarê Kobanî ye. Ji ber vê yekê divê herkes ji bo kobanê li ber xwe bide."







