Hemşîreya ku keziyên xwe hûnand hat berdan
- 18:57 26 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Hemşire Î.A., ji ber kampanyaya hûnandina keziyê hatibû binçavkirin, hat berdan.
HTŞ'iyê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê dîmenê hovîtiya xwe ya keziya şervana YPJ'ê parve kiribû. Li ser torên medya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyaya hûnandina keziyan hatibû destpêkirin. Li Kocaeliyê hemşîre Î.A. jî, tevli kampanyaya hûnandina keziyê bû. Piştî dîmenê hemşîreyê li ser medyeya dijîtal hat belavkirin, ji hêla faşîştan ve hedef hat nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê der barê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Duh bi şev hemşîre Î.A., dema hatibû mala birayê xwe Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin. Î.A., piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgeriyê bi biryara “kontrola edlî” hemşîre Î.A.'yê serbest berda.







