Xelkê Mêrdînê ji meşa sibê re amadeye
- 22:21 26 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN – Li navçeyên Mêrdînê li dijî êrîşên ser Rojava çalaki berdewam dikin û her wiha ji bo meşa Nisêbînê ya ku sibê bê lidarxistin jî bangawazî hat kirin.
Li navçeyên Mêrdînê çalakiyên li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê, DAIŞ’ê û SMO’yê yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava tên lidarxistin didomin. Welatî li navçeyên Artûklû, Şemrex, Qoser û Nisêbînê li gelek taxan daketin kolanan û çalakî li dar xistin.
Welatiyên ku li navçeya Artûklûyê derketin kolanan dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û çalakiya deng derxistinê li dar xistin.
Li navçeya Şemrexê jî li Qada Nûjiyan a navçeyê jî çalaki hat lidarxistin. Li navçeyê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin ve meşale hatin pêxistin bi stranên gotin ve govend gerandin.
Li navçeya Qoserê jî welatiyên ku daketin qadan ji çar aliyê navçeyê fîşekên hewayî avêtin û çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya Rojava domandin. Welatiyên ku bi wesayîtan konvoy çêkirin kolan bi kolan geriyan û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Welatiyan tevî astengiya polîsan jî çalakiyên xwe domandin.
Her wiha li navçeya Nisêbînê jî ji bo meşa sibê mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û bangawaziya tevlîbûna meşê hat kirin.
Li aliyê din ciwanan li gelek taxan agir vêxistin, fîşekên hewayî avêtin û dirûşme berz kirin.







