Ji bîranîna Zindana Amedê heta Rojava: Êrîş dewam dikin

  • 09:03 27 Çile 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş-Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Xwişka Ferhat Kûrtay, Rabîa Kûrtay têkildarî pêvajoyê û êrîşên li ser Rojava diyar kir ku komkûjiyên di dîrokê de hatine kirin ji bîr nakin û ji bo êrîşên ser Rojava got, “‘Dewletên navneteweyî çima bêdeng in?”
 
Her çiqas bîranîna salên ku di tariya Zindana Amedê de derbas bûne hîn di bîra mirovan de be jî, li Tirkiyeyê peyva "Aştî" dîsa tê bilêvkirin. Ji bo malbata Ferhat Kûrtay, yek ji wan kesên ku li wir girtî bû, ev peyv ne tenê mijarek nîqaşa siyasî ye; ew navê êş, berxwedan û rûbirûbûnek neqediyayî ye. Her çiqas nîqaşên li ser pêvajoyê îro berdewam dikin jî, êrîşên li ser Rojava heman bîranînê zindî dike; Vê yekê tîne bîra mirov ku her gotinek aştiyê ya bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re tê dayîn çiqas hesas e. 
 
Xwişka Ferhat Kûrtay, Rabîa Kûrtay têkildarî pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Gelê Kurd bedelên mezin dan’
 
Rabîa Kûrtay, anî ziman ku ji dîrokê heta îro Gelê Kurd bedelên gelek mezin dane û got, “Em ji kesî tu destûrê naxwazin. Em doza nasname, ziman û çanda xwe dikin. Tu sûcekî me tuneye, em tenê kurd in. Em kurd hatine dinyayê û em ê kurd bimirin. Îro gelek mezheb di nav me de hene û em hemû yek in. Em dibêjin bila tenê yekîtî hebe. Em dibêjin bila hemû mezheb bi hevre jiyanekê bimeşînin. Mafê kesî tuneye êrîşî me dikin. Em ê bi nasnameya xwe ya kurdîtiyê heta dawiyê bimeşin. Ew bibêjin nebêjin, serkeftin a Gelê Kurd e.”
 
‘Berxwedana Zindana Amedê li her derê belav bûye’
 
Rabîa Kûrtay bal kişand ser Zindana Amedê ku di dîrokê de xwedî cihekî girîng e û ev tişt bi lêv kir: “Wan gotin em ê Zindana Amedê biqedînin. Esat Oktay tiştê nayê gotin û kirin li Zindana Amedê anî serê me. Esat Oktay digot, ‘heta yek kurdek li vir bimîne ez ê li vir bim.’ Lê belê ew mirovên di Zindana Amedê de xwe fedayê gelê Kurd û Kurdistanê kirin. Lê ji Esat Oktay re gotin ‘dê Hayrî Dûrmûş silavên me ji te re bîne’ û silav jê re çû. Ew bibêjin nebêjin kurd ji vîna xwe venagerin. Berxwedana Zindana Amedê li her derê belav bûye.”
 
‘Em ji bo vê pêvajoyê dereng man’
 
Rabîa Kûrtay destnîşanê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku ew li pişt vê bangawaziyê ne. Rabîa Kûrtay, teqez kir ku ev bi salan e li hember gelê Kurd komkûjî û êrîş pêk tên û got ji bo vê pêvajo dereng mane. Rabîa Kûrtay, wiha domand: “Ji bo vê pêvajoyê gelek dereng mane. Divê heta îro ew pêvajoya aştiyê ava bibûya, çar parçe Kurdistan bibûya yek. Wan çiqasî me kiribin çar parçe jî em yek perçe ne. Tiştê ku ji bo vê pêvajoyê dikeve ser milên me, me kir lê belê ka ew çi dikin? Ew çi dikin bila bikin dê ev aştî ava bibe. Ji ber ku ew di dilê me de ye. Hûn me qetil jî bikin, hûn guliyên me jî jêbikin, hûn cenazeyên zarokên me di qutîkan de jî bidin me dê ev pêvajo pêk bê. Gelê Kurd serê xwe danayne. Vîna me tu carî nayê şikandin. Em kurd tu carî teslîm nabin. Em kurd bi yek dilî bûne yek. Em doza Serokê xwe dikin û heta dawiyê li pişt wî ne.”
 
‘Komkujiyên hatin kirin em ji bîr nakin’ 
 
Rabîa Kûrtay, da zanîn ku ligel ku pêvajoya aştiyê dest pê kiriye jî hîn bi sedan girtiyên siyasî di girtîgehan de tên girtin û wiha pê de çû: “Îro bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de tên girtin. Lê çima kesên ku tecawizî jin û zarokan dikin, kesên jinan qetil dikin nayên girtin. Her efû ji kesên wisa re dertê, lê çima ji girtiyên siyasî re jî nayê. Ez bawer im ku ev aştî jî wê çêbibe û ev tiştên ku min got ji holê bê rakirin. Em wek gelê Kurd tu carî ji hev venaqetin. Em ne îro û ne jî duh ve hene, em ji roja cîhan hatiye avakirin vir ve em kurd hene. Lê belê tirk tunebûn. Îro hatine zilmê li ser me kurdan dikin. Vê zihniyetê li Helebce û Roboskiyê gelek komkûjî pêk anî.  Ew ê çawa hesabê vê yekê bide. Em tu carî ew komkûjiyên hatin kirin ji bîr nakin.”
 
‘Dewletên navneteweyî çima bêdeng in?’
 
Rabîa Kûrtay, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Rojava tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro êrîşên Rojava dikin. Dema ez wan êrîşan dibînim dilê min diêşê. Çawa wîjdaêa wan rehet e? Hemû cîhan vê hovîtiyê çima nabîne? Ji hiqûqnasan bigire heta beşên dinê divê hemû kes rabe li ser piyan. Ew mirovan çi kirine ku îro êrîşên wan dikin. Ew bi tenê kurd in. Dev ji van êrîşan berdin. Çavên xwe berdane ser ax û hemû destkeftiyên me. Em çav bernadin axa wan nakin, ew çima çav berdidin axa me. Îro HTŞ û DAÎŞ êrîşî Rojava dikin. Lê Tirkiye piştgiriya vê êrîşê dike. Ew naxwazin aştî pêk bê û ji ber vê yekê êrîşî Rojava dikin. Dixwazin vê pêvajoyê bi dawî bikin. Ligel ku me qetil dikin jî em daxwaza aştiyê dikin. Bila nebêjin ku kurd pêvajoyê xirab dikin. Kurd xwedî li pêvajoyê derdikevin lê belê ew bi xwe dixwazin pêvajoyê xilas bikin û tasfiye bikin. Tehemûla wan ji kurdan re tuneye. Bila tu kesek nebêje pêvajoyê kurd xilas kiriye. Divê Gelê Kurd neyên lîstokên wan û yekbûna xwe ava bike. Hemû cîhanê xwe ker û lal kiriye. Kesên ku dibêjin edalet û em hiqûqnas in ka hûn li ku derê ne? Rojava di bin topbaranê de ye ka ew li ku derê ne? Hemû cîhan bêdeng e. Ger ku gelekê dinê bûya dê hemû bibûna yek û dengê xwe derbixistina. Bila ew hemû ji dil nêz bibin û ji bo kurdan jî bila dengê xwe bilind bikin. Em kurd bi taybetî divê bibin yek. Ligel temenê xwe jî ez ê tu carî bêdeng nemînim û li ser piyan bim. Ez bawer im ku em ê carek din bi ser kevin. Bijî Kurd û Kurdistan.”