Ji Serêkaniyê piştgiriya bo Rojava: Em ê nehêlin Rojava bibe Xeze
- 13:43 27 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî êrişên li ser Rojava û dorpêça polîsan da û got: “Em nahêlin bajarên me binin Xeze. Heta dawiyê em ê di nava piştgiriyê de bin. Bijî berxwedana Rojava.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê tekildarî êrişên çeteyên DAIŞ'ê, HTŞ'ê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin û li ser Rojava didomînin, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên pêkhateyên platformê û gelek kes tevlî bûn. Beriya daxuyaniyê her derê navçeya Serêkaniyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya li ber avahiya DEM Partiyê ya Serêkaniyê kom bû bertek nîşanî dorpeçê dan.
Girseyê demekê dirêj bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” piştgirî da berxwedana Rojava û bertek nîşanî dorpêçê dan. Girseyê pankarta ku li ser “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vêkirin.
Piştre li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter Omer Ocalan di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Ev dijminatiya Kurdan e. Li binxetê Kurdan qetil dikin li ser xetê jî dibêjin em nahêlin hûn bi xwişk û birayên xwe re di nava piştgiriyê de bin. Em jî dibêjin Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê ye. Birêz Abdullah Ocalan gelek caran hişyarî da. Em nahêlin bajarên me bibin wek Xezeyê. Heta dawî em ê di nava piştgiriyê de bin. Bijî berxwedana Rojava.”
Piştî daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana Rojava”, “ Bijî berxwedana YPG”, “Yeke yeke Kurdistan yeke” bi dawî bû.







