Çete pirsgirêka cîhanê ye: Divê rayagiştî vê bibîne

  • 09:02 28 Çile 2026
  • Rojane
MÊRSÎN - Çîgdem Goksoy da zanîn ku li Rojava gelan jiyana hevpar ava kirine û got: “Jin û zarok hedef tên girtin. Çete ne tenê pirgirêka herêmê ya cîhanê ye.”
 
Ji 6’ê Çile heta niha HTŞ û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê didê, tevî agirbestê êrîşên li dijî Rojava didomînin. Di daxuyaniya ku Hêzên Demokrasîk yên Sûriyeyê (HSD) kiriye hat diyarkirin ku çeteyên HTŞ’ê ji 20 carî zêdetir agirbest binpê kiriye. DAIŞ’iyekî berê û çeteyê nû yê HTŞ’ê pore şervaneke YPJ’ê birî û dîmen di çapemeniya civakî de parve kir. Piştî vê ji her çar alî cîhanê jinan bi kampanya "KeziyênMeTirsaWe" piştgiriya bi jinên Rojava re didomîne.
 
Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksoy  komkujiyên ku DAIŞ’ê li dijî jinên êzidî pêk aniye bibîr xist û da zanîn ku li Rojava di êrîşan de jin û zarok hedef tên girtin.
 
‘Jin û zarok di xetereyê de ne’
 
Çîgdem Goksoy diyar kir ku zîhniyeta HTŞ’ê di 2014’an de li Şengalê li ser jinên êzidî dîtine û got: “Ez dixwazim fikara jinên kurd, êzidî, jinên sûriyeyî û gelan bînim ziman. Di 2014’an de ji bo torên berxwdana jinan bê berfirehkirin li qada Tirkiyeyê û di alî hemû gelan de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Ji firotina jinên êzidî ya li bazarên koleyan bigirin heta revandina zarokan, piştî van pêvajoyan gelan xwe nû kirin û rê û rêbazên nû dîtin. Rêxistinên xwe ava kirin. Lê niha em dibînin ku jin û zarok di vê pêvajoyê de dîsa di xetereyê de ne.”
 
Çîgdem Goksoy daxuyakirin ku di pêvajoyeke ku aştî dihat axaftina de her tişt hatiye berovajîkirin û wiha domand: “Di hedefê de dîsa jin û zarok hene. Di dîmenan de  em dibînin ku jin û zarok zirara mezin dibînin.di pêvajoya 2014’an de jî û di sala 2026’an de jî me dî ku polîtîkayên li ser jinan tên meşandin. Em dibînin ku tundiya sîstematîk a li ser jinan nêzîkatiya polîtîk e. Di şerên mêr dewletan de ewil jin, zarok û kêmar dibin hedef.
 
‘Êrîş li dijî destkeftiyên Rojavane’
 
Çîgdem Goksoy destnîşan kir ku di vê astê de feraseta yekparêz tê ferzkirin û wiha dirêjî dayê: “Em bi îdeolojiyeke netewperst, mîlîtarîst û yekparêz re rû bir û ne. Êrîşên li ser Rojava li dijî deskteftiyên li wir in. Elewî, Durzî, Sunî û Şîiyan li Rojava jiyanek hevpar hûnandin. Mînakek jinan a JINWAR heye. Niha hewl didin van destkeftiyên jinan şûnde bixînin.Hêzên navnetewyî dixwazin li Sûriye, Rojava xwe mayînde bikin.”
 
‘Divê hemû cîhan vê zîhniyetê bibînin’
 
Çîgdem Goksoy wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerekî ku mîlîtarîstan xurt kiriye û tê de komên HTŞ’ê hene hatiye avakirin. Ev şer li ser por, bedena jinê pêk tê.Porê jinan di alî Kurdan de wek şîn tê sembolîzekirin.  Porê jinan berdewamiya şînê tîne. Em bi kevneşopiyên xwe mezin bûne. Dema ciwanek jiyana xwe ji dset dide ew por tê birîn û didin ser gorê. Piştî dîmenan li dijî vê refleksek mezin ava bû.  Bi armanca balê bikşînin ser şer jina li qadan têkoşîna xwe meşandin. Ji ber vê divê rêxistibûn li her qadê pêş bikeve. Divê ryagitşî ya cîhanê vê zilmê vê zîhniyetê bibîne.”